• DOLAR 32.332
  • EURO 35.084
  • ALTIN 2297.69
  • ...
Heta astengiyên li hember mafên însanan neyên rakirin midaxeleyên emperyalîstan wê bidomin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Yenîşehîra navçeya Diyarbekir 2yemîn Kongreya Awarte ya Teşkîlata Navçeya Yenîşehîrê ya HUDA PARê bi beşdarbûna Serokê Bajêr Şeyhmûs Tanrikûlû hat tertîpkirin. Tanrikûlû di kongreyê de axifî û diyar kir ku "Lazim e astengiyên li hember mafên însanan rabin û ji bo însan bi awakî hur û azad bijîn pêwistiyên qanûna bingehî bên çêkirin. Heta weha neyê kirin midaxeleyên dewletên emperyalîst wê dewam bike".  

Tanrikûlû destnîşan kir ku ji roja HUDA PAR hatiye damezrandin vir ve ew pir pêşve çûne û di siyaseta hindur û derve de teqdîra gelek hêlan girtiye û îfade kir ku di navenda siyaseta HUDA PARê de însan heye.   

Tanrikûlû di axaftina xwe de bal kişand ser mefhûma edaletê û got: "Her wiha li Tirkiye û dewletên derdorê ji ber ku edalet tuneye pirsgirêk zêde derdikevin."

Tanrikûlû di berdewama axaftina xwe de weha got: " Em wek gel di nav tengasiyek mezin de ne. Çi gelê berî niha deng dabûn HDPê çi jî yê deng dabûn AK Partîyê ji ber polîtîkayê wan yên xelet gel li rasta mexdûriyetên mezin hat û hê jî tê. Lazim e em têgihîna xwe ya di warê edaletê û nêrîna xwe ya li bûyeran, cehd û xeyreta xwe ya ji bo anîna hizûrê  ji însanan re bibêjin. Wezîfeyên girîng dikevin para me tevan."

Tanrikûlû da zanîn ku guh nedan hişyariyên me, yên ji bo Tirkiye û deverê û bi vî awayî herêmê êşên mezin kişand. Tanrikûlû dû re li axaftina xwe wisa zêde kir û got: " Çi di siyaseta derve, çi jî di siyaseta hundur de em bi awakî mutedîl li hember bûyeran sekinîn û me got ev mijareke girîng e. Di serî de xeletiyên li dewletên herêmê û dewleta ma hatiye kirin hê nû fêhm dikin. Ji sala 2011an wir ve em dibêjin lazim e ne di pêvajoya Sûrî de ne jî li tu erdnîgariyên Îslamê lihevxistin, şer û pevçûn çênebin û pirsgirêkên hene jî lazime li ser temela edaletê bên çareserkirin. Me gotibû pêwiste li Sûrî qanûnek esasî ya nû bê çêkirin û xîtabî hemî kes û baweriyan bike. Me gotibû lazime dewletên herêmê vê pirsgirêke çareser bikin, dewleten wek Tirkiye, Îran, Siûdî û Misir vê pirsgirêkê hal bikin. Guh nedan hişyariyên me û di encama van tevan de êşên mezin hat kişandin."

"Polîtîkayên wek mezhebperestî, neteweperestî û emperyalîzmê Sûrî anî vê dirûmê"

Tanrikûlû da zanîn ku ji ber ku li Sûrî polîtîkayên wek mezhebperestî, neteweperestî û emperyalîzmê hatin şopandin Sûrî ketiye vî halî û axaftina xwe wisa domand: " Polîtîkayên wek emperyalîzm, mezhebperestî û neteweperestîyê Sûrî anîn vê dirûmê. Lazime li dewletên wek Tirkiye, Îran, Siûdî, Misir û Sûrî astengiyên li hember mafen însanan bê rakirin û me gotibû lazime qanûneke ku xîtabî hemî kesan bike bê avakirin û hemî kes bi awakî hur û azad bijîn. Em îro jî wisa dibêjin. Heta ev tişt neyên kirin dê emperalîst êrîşan bi kar bînîn. Êrîşên 6-8 Cotmehê, bûyerên Gezî  û 15 Tîrmehê... Ev tev ji bo rêyên midaxaleyan ji Emrîqa re bên vekirin hatin kirin. Dema Emrîqa ket Sûrî û Iraqê çer kir. Ji sala 2003an vir ve Iraq dibin îşxalê de ye. Li Iraqê Hikumetek Merkezî heye, lê bele ne dewletek serbixwe ye. Heta niha jî dibîn îşxala Emrîqa de ye. Li Sûrî jî wisa kirin kirin. Niha li Sûrî, Emrîqa û Rûsya di nava xwe de kirine du par. Li hêlekê Emrîqa li hêla din jî Rûsya heye. Wê çawa bibe hê jî ne eşkere ye. Her roj bi dehan xwîna mislimanên sivîl û zarok tên rijandin û her wiha dirûma Yemenê jî waye li berçavan e."  

"Bi gelemperî em wek Ummeta Îslamê di nav tengasiyêk mezin de ne"

Tanrikûlû axaftina xwe weha bi dawî kir û got: " Em wek Ummeta Îslamê bi gelemperî di nav tengasiyêk mezin de ne. Ji ber polîtîkayên mezhebperestî, nîjadpererstî, neteweperestî û miletperestî îro Ummeta Îslamê di nav xwîn û zirarê de maye. Lazime em ji vê dirûmêr e bêjin êdî bese. Pêwiste em pevçûnên ku hene deynin hêlekê û li dora maseyekê rûnin û pirsgirêkên xwe bihevpeyivînê çareser bikin." (ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir