• DOLAR 32.582
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2424.721
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-Ebrar ji Mislimanên Arakanî xwarina germ belav kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne  ji wan Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û êrîşên hovane û wehşiyane yên artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîstan reviyane re alîkarî kirin û ji wan re xwarina germ belav kirin.

Weke ku tê zanîn ev demek dirêj e artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst êrîş dibin li ser gundên Mislimanan. Di van êrîşên hovane û wehşiyane de bi hezaran Misliman hatin şehîdkirin û bi sedhezaran Misliman jî war û welatên xwe ji naçarî terk kirin. Li gor agahiyên herî dawî hejmara Mislimanên Arakanî yên ku ji ber êrîş û zilma çeteyên Bûdîst û artêşa Mynamarê reviyane û xwe spartina kampên penaberan ên li Bangledeşê  500 hezaran derbas kiriye.

Alîkariyên ku berî niha ji bo Mislimanên Arakanî yên ku ku xwe spartine kampên Co'x Bazarê ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne  ve hatibûn destpêkirin bênavber berdewam dikin.

Cahît Aktaşê temsîlkarê dildar ê Kolnê yê û Sedat Aktaşê temsîlkarê dildar ê Kanadayê yê Yetîm-Dera Ewrûpayê  û   her wiha Zilkif Bîldîrîciyê temsîlkarê dildar ê IHO-Ebrarê yên ku di konan de xebatên alîkariyê organîze dikirin diyar kirin ew ê bi saya alîkariya xêrxwazan dê zêdetir kesan re arîkarî bê kirin.

Arîkarê Serokê IHO EBRARê Zulkufl Bîldîrîcî yê ku di dema belavkirina alîkariyan hazir bû derbarê mijarê de wiha got: "Ev gezik nanê germ a ku em belav dikin dibe ku  ji kokê problemên penaberan çareser neke, lê belê ji ber ku ew zanibin û hîs bikin ku ew ne tenê ne û em li ba wan in ev yek muhîm e."

Li gor daxuyaniyên ku ji teref rayedarên tenduristiyê yên Bangledeşê ve hatine dayîn  ji Mislimanên Arakanî yên ku derbasî Bangledeşê bûne 42 hezar û 541  kesên ku zarok in rewşa wan a tenduristiyê nebaş e.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir