Li 11 bajêran operasyona FETO: Derheqê 25 kesan de qerara binçaviyê
Semsûr wek navend li 11 bajêran li dijî FETO lêpirsîn hat destpêkirin, di bergeha lêpirsînê de derheqê 25 kesan de binçaviyê hat dayîn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji teref Serdozgerê Komarê yê Semsûrê ve derheqê FETO de lêpirsîn hat destpêkirin. Di encama lêpirsînê de derheqê 25 kesan de qerara binçaviyê hat dayîn.
Hat ragihandin di bergeha lêpirsînê de Semsûr wek navend li 11 bajêran di heman demê de operasyon hatin lidarxistin, di encama operasyonê de hinek kesên ku hatin binçavkirin hatin birin midûrtiya ewlehiyê.(ÎLKHA)