• DOLAR 32.51
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2432.484
  • ...
"Ger edalet hebe divê bo hemû kesî hebe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sêrtê 2yemîn Kongreya Awarte ya HUDA PARê  hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giîtî yê HUDA PARê Cemal Çobanê ku li Sêrtê beşdarî kongreya partiya xwe bû di kongrê de axavtinek kir.

 "Ger edalet hebe divê bo hemû kesî hebe"

Çoban di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir ew hêvî dike ku ev kongre bibe wesîleya xêran û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Weke ku hûn jî dizanin piştî teşebûsa darbeya 15ê TÎrmehê  di bin navê 'Mexdûrên FETO' de bo bersûcên Ergenekon û Balyozê darizandinên nû kir û gelek ji wan beraat kirin. Lê belê ew ferdên camiaya dîndar ên  ku ji teref heman FETO ve hatine mexdûrkirin hêj di girtîgehan de dirizin. Ha di vir de edalet tuneye. Hûn ji rexekî ve kesên ku tê gotin FETO ew mexdûr kirine tehliye dikin û ji rexê din ve jî  hûn qet serê xwe bi camiaya dîndar nayênin. Ka li kû ma edalet? Ger edalat hebe divê bo hemû kesî hebe.  Bi rastî jî ger FETO rêxistina terorê be divê tu hemû kesên ku ji teref wan ve hatine mexdûrkirin  serbest berbidî. Gelek baş tê zanîn komek ku FETO jê re kumpas nedanîbe tuneye. Ji ber vê yekê divê dewlet vê bêedaletiyê ji holê rabike."

Çoban di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew wek HUDA PARê  ji xwe re refah û rizgariya însanetiyê kirine armanc û got pêdiviya însanên me bi HUDA PARê heye.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir