Di êrîşa bombeyî ya li Somaliyê de hejmara kesên ku mirin derkete 231 kesî
Di êrîşa bombeyî ya ku li Somaliyê hat lidarxistin de 231 kes jiyana xwe ji dest dan û 275 kes jî birîndar bûn.
Berî vê du rojan li Mogadîşuya paytexta Somaliyê bi qamyona bombebarkirî êrîş hatibûn kirin. Di êrîşa ku hatibû kirin de gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî bîrîndar bûbûn.Li gor agahiyên herî dawî yên ku hatine wergirtin di encama êrîşa bombeyî ya ku li paytextê hat kirin de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 231 kesan û hejmara kesên ku birîndar bûn jî derket 275 kesan.
Serokkomar Muhammed Abdullah Fermacu ji ber êrîşa ku hat kirin bo 3 rojan li seranserê welêt şîna neteweyî îlan kir.(ÎLKHA)