Qezaya ku baraz jê re bûn sedem de 8 kes birîndar bûn
Di qezaya ku doh êvarî 2 baraz jê re bûn sedem de 8 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin doh li Bingolê derdora seat 23.00an de li ser Rêbeja Bingol û Dara Hênê 2 baraz bûn sedema qezaya trafîkê, di encama qezaya ku li mewqiya Îçmelerê pêk hat de 8 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin wesayîtên bi plaqeyên 21 AP 393, 27 R 9207 û 21 S 0482 tevlî qezayê bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)