Derheqê teqîna di TUPRAŞê de 4 kes hatin girtin
Ji 7 kesên ku derheqê teqîna TUPRAŞê de hatibûn binçavkirin tev de 4 kes hatin girtin.
Weke ku tê zanîn berî vê çend rojan di rafîneya TUPRAŞê ya li Îzmîrê de di dema lênihêrîna tanqê de teqînek pêk hatibû û di teqînê de 4 karker jiyana xwe ji dest dabûn û 2 karker jî birîndar bûbûn.
Hat ragihandin di berheqê lêpirsîna ku derheqê teqînê hat vekirin de 7 kes berî niha hatin binçavkirin ku ji van 7 kesan 4 kes hatin girtin. Di nav kesên ku hatin girtin de Bedrettîn K. xwediyê fîrmayê, Muhammed Hulusiyê Midûrê Şantiyê, Alî B.yê hostayê montajê û pisporê birêvebirinê Esfet B. heye.
Hat hînbûn 3 kesên din bi şerta kontrola edlî hatine berdan.(ÎLKHA)