• DOLAR 32.498
  • EURO 34.962
  • ALTIN 2429.209
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-Ebrar ji Mislimanên Arakanî re alîkariya tenduristiyê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne  ji wan Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û êrîşên hovane û wehşiyane yên artêşa M yanmarê û çeteyên Bûdîstan reviyane re alîkariya tenduristiyê kirin.

Weke ku tê zanîn ev demek dirêj e artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst êrîş dibin li ser gundên Mislimanan. Di van êrîşên hovane û wehşiyane de bi hezaran Misliman hatin şehîdkirin û bi sedhezaran Misliman jî war û welatên xwe ji naçarî terk kirin. Li gor agahiyên herî dawî hejmara Mislimanên Arakanî yên ku ji ber êrîş û zilma çeteyên Bûdîst û artêşa Mynamarê reviyane û xwe spartina kampên penaberan ên li Bangledeşê  500 hezaran derbas kiriye.

Ji bo Mislimanên Arakanî yên ku ku xwe spartine kampên Co'x Bazarê ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî ne   ve alîkariya tenduristiyê hat kirin. Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku ev demek dirêj e bo Mislimanên  Arakanî alîkariya erzaqan dabû destpêkirin. Her di saziyên navneteweyî vê carê jî bo Mislimanan Arakanî alîkariya tenduristiyê da destpêkirin.

Li gor daxuyaniyên ku ji teref rayedarên tenduristiyê yên Bangledeşê ve hatine dayîn  ji Mislimanên Arakanî yên ku derbasî Bangledeşê bûne 42 hezar û 541  kesên ku zarok in rewşa wan a tenduristiyê nebaş e.(ÎLKHA)

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir