• DOLAR 32.376
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2325.65
  • ...
Hat ragihandin artêşa Iraqê li hember Kerkukê operasyon da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî niha ji ber îxtîmala êrîşa ku dê li Kerkukê bê kirin hêzên Kurdistana Iraqê sewqî heremê hatin kirin. AFPyê ku ajansa xeberan ya navneteweyî ye  berî vê kêlîkê xeberek da weşanê û di xeberê de destîşan kir artêşa Iraqê berê xwe daye Kerkukê û operasyon daye destpêkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Fermandariya Giştî yê Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatiye dayîn de bang li dinyayê hat kirin û wiha hat gotin "Ev halê tevlîheviyê dê bibe sedema bobelateke mezin."

Lê hêj ne ji hikûmeta Iraqê û ne jî birêveberiya Kurdistana Iraqê derheqê mijarê de daxuyaniyeke fermî  nehatiye dayîn.

Waliyê Kerkukê  Necmedîn Kerîm derheqê çûyîn û hatin û her wiha geşedaniyên ku li heremê rû dane de daxuyaniyek da. Kerîm di daxuyaniya ku da de destnîşan kir tedbîr hatine zêdekirin û dû re wiha got: "Me bi mezinên leşkeri re jî hevdîtin kirin. Arîkarê Serokê Kurdistanê Kosret Resûl û Sekreterê Giştî yê  PDS-K  Muhammed Hacî Mahmud li Kerkukê ne. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî  li min geriya û rewşa Kerkukê pirs kir. Me jî derheqê tiştên ku diwemin de agahî da wî."

Kerîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêşmerge amade ye ku Kerkukê biparêze.

Hat diyarkirin artêşa Iraqê û hêzên mîlîs  li heremeke ku ji pêşmergeyan 3 kîlometreyan dûr e rawestiyan e û ji xwe re kirina armanc ku samanên neftê û baregaha eskerî bi dest bixin.

Her wiha hat diyarkirin doh êvarî ji ber rageşî û geşedanan   Arîkarê Serokê Kurdistanê Kosret Resûl digel 6 hezar pêşmergeyan berê xwe daye Kerkukê.

Li cihê ku artêşa Iraqê kona xwe lê daye bênavber balafirên şer ên koalisyonê firiyan ku ev yek jî balan kişand li ser xwe.

Ji ber geşedaniyên ku rû dane Berpirsiyarê Pêwendiyên Siyasî yê Giştî yê Serokatiya Kurdistanê Hêmin Hawramî daxuyaniyek da û diyar kir ku ew miraq dikin ka ew ê helwesta  Amerîka û civaka navneteweyî bo vê yekê çi bibe.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir