• DOLAR 32.59
  • EURO 34.773
  • ALTIN 2522.262
  • ...
Xêrxwazên li Ewrûpayê birînên Arakaniyan dipêçin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrarê ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî ne di destpêkê de  alîkariya erzaqê ji Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û qetlîamên çeteyên Bûdsîst û artêşa Myanmarê reviyane û xwe spartine kapma penaberan ên li Bangledeşê. Her du saziyên alîkariyê yên navneteweyî di heyama duyemîn de bi tonan erzaqên ku bi alîkariya xêrxwazan hatin berhevkririn li Mislimanên Arakanî re tên belavkirin.

Bi hezaran Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û êrîşên hovene yên artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst reviyane û xwe spartinê konbajarên li Cox's Bazar û Teknaffa Bangladeşê hewil didin jiyana xwe bidin domandin. Xebatên alîkariyê yên ku bo van mezlûmên Arakanî  tên kirin berdewam dikin. Dildarên saziyan alîkariya erzaqê yên  ku hatine topkirin ji Mislimanên Arakanî yên di kampan de ne re belav kirin.

Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO-Ebrar alîkariyên ku di bergeha kampanyayê de hatibûn berhevkirin gihandin Mislimanên Arakanî.

Cahît Aktaşê temsîlkarê dildar ê Kolnê yê û Sedat Aktaşê temsîlkarê dildar ê Kanadayê yê Yetîm-Dera Ewrûpayê  û   her wiha Zilkif Bîldîrîciyê temsîlkarê dildar ê IHO-Ebrarê yên ku di konan de xebatên alîkariyê organîze dikirin diyar kirin ew ê bi saya alîkariya xêrxwazan dê zêdetir kesan re arîkarî bê kirin.

Di wan êrîşên hovane yên ku ji 25ê Tîrmehê vir ver li hember Mislimanên Arakanî tên kirin de bi hezaran Misliman  şehîd bûn û bi sed hezaran Misliman jî bûn koçber. Her wiha di êrîşên ku li war û heremên Mislimanên Arakanî tên kirin de heta niha zêdetirî 200 gundan hatin şewitandin

Li gor agahiyên herî dawî hejmara kesên ku derbasî sînora Bangladeşê bûne zêdetirî 520 hezaran e.(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir