• DOLAR 32.585
  • EURO 34.654
  • ALTIN 2528.06
  • ...
Ji bavê ku nehiştin qîza wî bi farecê here mektebê bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramazan Saygiyê bavê  Fatma Nûr Saygiya xwendekara Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Meslekî ya Adiyaman Fatîhê, , tepkî nîşani îdareya mektebê da û destnîşan kir ku ji ber cilûbergê qîza wî rêveberîya mektebê qîza wî xistine bin çewisandinê û dixwazin qîza wî ji mektebê dûr bixin. Rêveberiya mektebê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da van îdîayan.   

Ramazan Saygi ji ÎLKHAê re peyîvî û îddîa kir ku: "Rojekê qîza min ji min re got 'bavo min nagrin hundur û divê tu bi min re were' ez bi qîza xwe re çûm mektebê, min bi alîkarê midûr re hevdîtinek kir. Alîkarê midûr M.G ji min re got : "Qîza xwe ji vir bigre û ji vir here. Ez naxwazim qîza te bi van cilûbergan li vir bibînim. An wê van kincan li vir deyne yan jî ez qîzate nagrim mektebê. Li ser vê yekê min jê xwest ji min re musamahe bike û min got saleke qîza min maya îdare bikin. Heta niha çima cilûbergê qîza min nedibû pirsgirêk. Du meh mekteb maye çima dibe pirsgirêk? M.G ji min re vê gotinê kir: 'Me wek rêveberîya mektebê vê biryarê girtiye. Qîza te dê vî kincî deyne!' Min jî got vî kincî nadeyne. Ji min re got 'Qîza xwe bigre û tu kû de diherî, here'. Tu dibî kîja mektebê bibe. Û gişa ajotin ser min û  qîza min, me xwe bi zorê ji nav wan û ji odeyê derxist".    

Bav Saygi, dîyar kir ku ew çûye mercîyên têkildar, lê tû kes bi wî eleqedar bibe nedîtiye û dû rê ji bo îfada wî wergirtin çûye qereqolê û tiştên ji serê wî re derbas bûne bi vî awayî anî ziman: "Min qîza xwe girt û em çûn Midûriya Perwerdehiya Netewî ya Bajêr, kes li ciyê xwe tunebû. Paşê ez çûm cem Alîkarê Walî Mûrat Suzen. Ew jî li cîyê xwe tunebû. Di dawî de min navnîşana mala xwe û nimara telefona xwe li wir danî. Ez 2 saetan di korîdoran de çûm û hatim. Paşê Qereqola Yeşîlyûrtê gazî min kir. Gotin em ji bo îfadeyê bang li te dikin. Dema ez ji bo îfadeyê çûm qereqolê ji min re gotin rêveberîya mektebê ji te gilîdarin."

Saygi, di berdewama axaftina xwede wisa got: "Ji ber destûr nedan min ez beyanata çepemeniye di bexçê mektebê de bixwînim, ez li derveyî mektebê dixwînim. Pişt re Alîkarê Walî Mûrat Suzen ez dawet kirim û ez çûm ziyareta wî û min vê rewşê ji Alîkarê Walî re jî got. Ji min re got tu pirsgirêka cilûbergê qîza te tune ye.".  

Bav Ramazan Saygi beyan kir ji ber ku ev tişt hatin serê qîza wî, pîsîkolojîya wê xera bûye û ew wê  rakiriye nexweşxaneyê û wisa berdewam kir: " Rêveberiya mektebê pir bi ser qîzamin de dehere. Nahêlin keçika min bi rehetî mekteba xwe bixwîne. Ji ber van bûyeran min qîza xwe girt û çûm textor, textor ji min re got psîkolojîya qiza te xerabûye. Berpirsyarê vê bûyerê rêveberiya Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Meslekî ya Adiyaman Fatîhê û M.G ye. M.G ji qîza min re gotiye ez ê jiyana te ya mektebê biqedînim. Ez ê te bidim dîsîplînê. Carek din tu nikare li yûrdên dewletê jî bixwîne. Ez dipirsim ev mamoste van rayeyan ji kû digre. Kî van yetkîyan didin wî."      

Rêveberiya mektebê daxuyanî da

Rêveberiya Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Meslekî ya Adiyaman Fatîhê jî li hember van îdeyan daxuyaniyek da.  Di daxuyanîyê de hat îfedekirin xeberên ku di çepemenîyê de derdikevin ne rast in û ji ber cilûbergê xwendekarê wek negirtina wê ya mektebê ne raste û bêbingeh e.

Di daxuyaniyêde hat ragehandin ku: "Îdîayên ku wek xwendekara me ji ber feracê nagrin mektebê ne rast e û bê biniye. Wek di sîstema E-okul û qeydên kamerayên mektebê de tên dîtin xwendekara me bi feracê beşdarî dersan dibe û li xwendina xwe dewam dike. Di heyata perwerdehiya xwendekara me de ji ber cilûbergê wê tû faliyetên dîsîplîne nehatiye kirin."  (ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir