Li Erxaniyê 30 xwendekar bi jehrê ketin
Li Erxaniya navçeya Diyarbekirê 30 xwendekar ji ber xwarinê bi jehrê ketin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin li Dibistana Navîn a Demîrlî Barana Erxaniya Diyarbekirê ji 294 xwendekarên mektebê yên ku xwarina nîvro xwarin tev de 30 xwendekar ji ber êşa zik û xelîna mîdê hatin rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn ji 30 xwendekarî tev de 9 xwendekar hatine tabûrcîkirin û tedawiyê yên din jî berdewam dike.(ÎLKHA)