• DOLAR 32.494
  • EURO 34.987
  • ALTIN 2433.14
  • ...
 "Amerîkayî! Herin ji van deran, destê xwe ji van însanan bikşînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serekşewirmendê Serokkomar Şikrî Karatepeyê ku bo ziyaret û hevdîtinan hat Diyarbekirê  civîna çapemeniyê li dar xist û mijarê di rojevê de nirxand.

"Dev ji vir berdin, herin ji van deran, însanên van deran dikarin li hev bicivin û problemên xwe çareser bikin û vê yekê baş jî dizanin"

Karatepe di nirxandina ku kir de diyar kir divê dîroka heremê baş bê zanîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ger tê xwestin  ev leytik bên xerakirin dibê em xwe zanibin û ji hev fêm biin. Ev rewş ne hêsan e. Divê dîroka herêmê baş bê zanîn. Amerîka li vê heremê bi ser nakeve. Tê mudaxele dike û rezîk dibe û diçe. Nikare bi ser jî bikeve. Çima? Di netîcê de li Sûriyê şer derxist, dû re teslîmî Rûsyayê kir. Ev yek jî dide der ku Amerîka bi tiştekî nizane. Amerîkayî hûn nizanin. Dev ji vir berdin, herin ji van deran, însanên van deran dikarin li hev bicivin û problemên xwe çareser bikin û vê yekê baş jî dizanin."(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir