• DOLAR 32.328
  • EURO 35.151
  • ALTIN 2299.693
  • ...
SON DAKİKA
Weqfa Kerwana Ûmudê li Tatwanê ji feqîran re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Kerwana Ûmudê li alîkî qampanya alîkariyê ya ji bo Mislimanên Araqanê didomîne û li hêla din jî li bajar, navçe, gund û gundikên Tirkiyê xebatên xwe yên alîkariya malbatên feqîr û mixtaç jî bênavber birêve dibe.

Di vê çarçoveyê de Weqfa Kerwana Ûmudê li Tetwana navçeya Bedlîsê jî alîkariya bi dehan malbatên feqîr û mixtac kir.

Temsîlkarê Weqfa Kerwana Ûmudê yê Tetwanê Yucel Oktay, destnîşan kir ku dema em malbatek mixtac li perê taxan ji tesbît dikin, em li gor îmkan û derfetên xwe  alîkariya wan dikin. Oktay di berdewama axavtina xwe de  ji bo alîkariya feqîr û mixtacan bangî xêrxwazan kir û weha got: "Em li hêlekê wek Weqfa Kerwana Ûmudê qampanya alîkariyê ya ji bo Mislimanên Araqanê didomînin, ji bilî ve li navçeya me  malbatên feqîr û mixtaç yên ku hatine tespîtkirin hene. Em hewl dindin ku em tasek şorbeya germ bivin ser sifreya wan. Lê belê ji ber ku hejmara malbetên feqîr zêdene em nikarin destê alîkariyê bighînin hemîyan. Îmkan û derfetên me têra temamê  wan nake. Nexwe kesên xêrxwaz çi qas alîkariya me bikin, em jî ew qasî dikarin alîkariya malbatên feqîr bikin. Ji ber vê yekê ji bo em hê zêdetir bighêjin malbatên feqîr û alîkariya wan bikin, em jî li hêviya alîkariya kesên xêrxwaz in. Di vê mehê de me alîkariya  erzaqê li dahan malbatên navçeya xwe kir." (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir