• DOLAR 32.581
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2438.791
  • ...
 "Ew tedbîrên ku bo ewlehiya avahiya qeymeqamtiyê tên standin me mexdûr dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dêrika Çiyayê Mazî di bergeha tedbîrên ewlehiyê yên ku li derdora avahiya qeymeqamtiyê hatin standin de hinek guherîn hatin kirin.

Şêniyên avahiyê diyar kirin di bergeha van tedbîran de cepheya avahiya qeymeqamtiyê ya ku li avahiya wan dinêre bi sacên hesinî hatine girtin  û dîwar hatiye lêkirin. Şênî dû re wiha li axavtina xwe zêde kirin: " Cepheya 5 malan bi temametî hatiye girtin. Ji ber vê yekê ji 5 malan 3 mal hatine valakirin. Em tev de 2 mal mane. Em jî ji naçarî dimînin. Em dixwazin an bila malên me îstîmlaq bikin an jî bi kirê bikin."

Şêniyê bi navê Baxdat Duran derbarê mijarê de gotina Serokkomar Erdogan "Rayeyên rewaş awarte yên ku ji 15ê Tîrmehê vir ve hene, bes li dijî rêxistinên terorê hatine sepandin. Jiyana rojane ya welatiyên me ji vê yekê tesîrdar nebûye."  Di bîran xist.

"Em di mala xwe de weke ku di girîtgehê de ne dijîn"

Duran di berdewama axavtina xwe de diyar kir avahiya me li kêleka ya qeymeqamtiyê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em ji ber OHALê du caran mexdûr bûn. Di wan salên 90î de li ber mala me kûçeyeke di berfirehiya 8 metroyan de hebû, deriyê mala li kûçê dinihêrt. Ji ber hincetên ewlehiyê deriyê me hat girtin. Ev dîwar bi qerara OHALê hat lêkirin. Em di mala xwe de jiyana girtîgehê dijîn. Psîkolojiya me xera bû. Dema ku ez şeveqan şiyar dibin ez zen dikim qey seat 06.00- 07.00 e.  Lê dema ku li seatê dinêrim ez dibînim ku seat 10.00-11.00 e. Jiyana me tevlî hev bûye. Him ji hêla ewlehiyê ve mişkîleyên me hene û him jî jiyana me û ya zarokên me tevlî hev bûye."

 "Em heqê teleb dikin"

Duran diyar kir ew dixwazin mexdûriyeta wan bê çareserkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em teleb dikin ku mexdûriyeta me ji teref dewletê ve bê çareserkirin.An bilaavahiyê îstîmlaq bikin an jî bila heqê kirê bidin me. Bila ji me re cihekî bibînin, heta ku bûyer xelas bibin em herin li dereke din ji xwe re xanî bi kirê bikin. Bêyî derxistina tu zehmetiyê em bo hevkariyê amade ne. Em wek welatiyan heqê xwe teleb dikin. Ger standina ewlehiyê pêwîst be bila bê standin, lê divê bêyî ku me mexdûr bikin bistînin."

 "Ew cîranên me yên ku şibakeyên wan bi sacan hatine girtin mala xwe terk kirin"

Duranê ku diyar kir malbatên ku mexdûr bûne malên xwe terk kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber mexdûriyeta ku em dijîn ji 5 malan 3 mal ji naçarî ji van deran çûn. Şibakayên birayê mela yê ku di avahiyeke du qetî de rûdinişt bi sacan girtin. Yên me jî dîwar lê kirin. Niha 3 daîre vala ne. Em tenê li vir mane. Li qeta jêr ez û li ya jorê jî bavê min rûdine."

Duran di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew bo mexdûriyetên wan bên çareserkirin bi qeymeqam re hevdîtin kirine, lê belê daxwazên wan ên dayîna kirê heta bûyer bi dawî bibin nehatiye qebûlkirin.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir