• DOLAR 32.379
  • EURO 34.989
  • ALTIN 2325.65
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioğlû li Agiriyê esnafan zîyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioğlû li Agirîyê esnafan zîyaret kir û li derd û pisgirêkên esnafan guhdarî kir.

Esnafan eleqeyek mezin nîşanî heyeta HUDA PARê dan û bi gelemperî ji rewşa pîyasayê gazin kirin.

Esnafan anîn ziman ku dilnerehetîyek mezin di piyasayê de heye û ji ber piyasê her tim dilîze û bê îstîqrarîyek heye esnafên biçûk di zor û zehmetîyêk mezin de ne û rewşa wan qet ne baş e.              

Esnafên biçûk xwestin ku rayedar çareserîyekê ji bo wan bibînin û hewce ye hikumet ji AVMê û marketên mezin re çareserîyekê bibîne û daxwaz kirin ku bila rayedar van merketan derxin derveyî bajêran. Ji ber polîtîkayên çewt, zengîn hê zêde dewlemend bûne, feqîr jî hê zêde feqîr bûn. 

"Hemwelatîyên me jî bi derdê me eleqe nebûn"

Welatiyan gazin kirin ku çima Erzeromî dikare gaza sirûştî bikarbînîn û çima gaza sirûştî di bin me re derbas dibe em nikarin bikar bînin.

Esnafan diyarkirin ku dema Wezîrê Tendirustîyê ji Erzeromê hat hilbijartin em kêfxweş bûn, lewra me got ku wê pirsgirêkên me jî çareser bike. Lê belê mixabin hemwelatiyên me jî ji pirsgirêkê me re çareserî nedîtin û pê eleqedar nebûn. Pêşgotinek heye; dema li cîran dipije, em hêvî dikin we tiştek ji me re jî hebe.' Lê belê ya rast ew e ku bîna vî jî nehat me."

Li bajêr  ji  ceyran, av û gaza sirûştî bigre di hemû tiştî de pisgirêk heye "

Esnafekî din destnîşan kir ku dema kayyûm hat ser şaredarîyê me hêvî kir wê hin tiştan çêbike, lê belê rewşa a niha ji ya berê hê xerabtir bûye û weha got: "Mixabin bedelê temamê zehmetiyan xelk dide. Li bajêr ji avê bigre heta ceyranê, heta gaza sirûştî di her tiştî de pirsgirêk hene. Heta kesekî ji bo riza Xwedê bixebite û ji Xweda bitirse neyê serî, ev pirsgirêk çareser nabin. Kesên ji bo menfaeta xwe were ser wezîfê, kî tê bila were tu fêda wan ji me re tuneye. Em li hêvîya cehd û xeyretê we ne bila êdî ji cihekî dest pê bikin û pirsgirêkên me çareser bikin."

"Nîvê dahatê ji 5 kesan kesek distîne û nîvê din jî 4 kes di nav xwe de parve dikin"

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê  piştî ku gazin û giliyan guhdar kir re nirxandinan kir derbarê mijarê de diyar kir ew xelkê diltirs û dilnerihet dibînin û ew sekinîna di piyasanan de dibe sedem ku dikandarên biçûk mexdûr bibin.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir her roja ku derbas dibe kesên dewlemend dewlemendtir dibe û kesê feqîr jî feqîrtir dibe. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Nîvê dahatê ji 5 kesan kesek distîne û nîvê din jî 4 kes di nav xwe de parve dikin. Mixabin rewşa niha ya Tirkiyê ev e. Ji amûrên verastkirina dahatê yek jî  bac e. Bila baca kesên ku pir qezenc dikin bê zêdekirin û ya kesê ku hindik qezenc dike jî bê kêmkirin. Lê mixabin beravajiya vê tê kirin."

 "Divê welatên Îslamê dev ji wê meşandina siyaseta di temela berjewendiyê de berdin"

 Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de polîtikaya derve nirxandin  û diyar kir divê welatên Îslamê dev ji wê meşandina siyaseta di temela berjewendiyê de berdin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ger di temela edaletê de birêve biçin ew ê wê demê hemû kes xebatên ku tên kirin taqdîr bikin û ew ê bibêjin aferîn."

"Ew tiştên ku tên serê me tev tiştên ku me bi xwe bi destên xwe kirin e"

Yapicioglu diyar kir exlebeyê xelkê ji birêveberan gilîdar in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Encax divê tiştekî ku neyê jibîrkirin heye,  millet ji kîjan îdareyê layiq bê wisa tê birêvebirin. Ew tiştên ku tên serê me tev tiştên ku me bi xwe bi destên xwe kirin e. Divê em vê yekê wisa bibînin. Hêviya me ew e ku Rebbê me  em ji xewa xefletê hişyar bike. Ger em ji berjewendiyên xwe zêdetir lwek xelkê tiştê ku dê ji bo welat baştir be bifikirin  û ya dirist hilbijêrin, ew ê wê demê bo welat deriyê xêrê vebe. Lê belê ger em bibêjin 'em destekê bidin vî ew ê lawê me bikevî îş', ' bila karê min hal bibe û bila memleket zirarê bibîne' wê demê em tu car nikarin ji van birêveberan xelas bibin. Lê belê heger em bibêjin 'bila tiştên ku li gor menfeatên memleket in bibin, bila birêveberên baş û qenc werin û bila em ji wan îdarevanên ku bo menfeatên xwe memleket davêjin nava agir xelas bibin' wê demê jî ew ê memleket rizgar bibe, em digel hev xelas bibin."(ÎLKHA)

 





























Bu haberler de ilginizi çekebilir