• DOLAR 32.33
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2283.071
  • ...
 "Divê em li camiyên xwe xwedî derkevin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebeta 'Hefteya Camî û Wezîfedarên Dîn' welatiyên Entabî nirxandinan kirin û hest û ramanên xwe bi ÎLKHAyê re parve kirin. Entabiyên ku derheqê mijarê de nirxandinan kirin diyar kirin camî sîmgeya yekîtî û digelheviyê ne  û divê Misliman li camiyan xwedî derkevin.

Hacî Durdu Gîrgînê ku derheqê mijarê de nerîna xwe anî zimên diyar kir camî ew mekan in ku lê bingeha piştevaniya civakî tê avêtin û yekîtî û digelhevî tê qewîkirin. Gîrgîn her wiha diyar kir camî bo piştevaniya civakî xaleke girîng in.

"Em li camiyên xwe xwedî derkevin"

Welatiyê bi navê Sileyman Kayayê ku diyar kir divê Misliman li camiyan xwedî derkevin derheqê mijarê de wiha axivî: "Camî bo me Mislimanan cihê civînê ne ku ji wan pê ve bo tu cihên civînê tuneye. Camî ew mekan in ku Misliman li wê derê hev dibînin û kom dibin. Divê me li camiyên xwe xwedî derkevin û paqij bigrin. Divê em camyên xwe vala nehêlin. Heta ji destê me tê divê em 5 wext nimêja xwe li camiyan eda bikin. Di roja me de em dibînin ku hundir û derveyê camiyan xweşik in, lê belê nava wan vala ye."

Her wiha çend welatî jî derheqê mijarê de hest ramanên xwe wisa anîn zimên:

Alî Kaya: " Camî ew der in ku însan lê hizûrê dibîne û wezîfeya xwe ya evdîtiyê ya li hember Xweda bi cî tînê."

Bîlal Akar: "Ji camiyan re cemaat bûyîn, ji Xwedê re mêvan bûyîne"

Tevfîk Bîlen: "Divê xortên me werin camiyan û Îslamê hîn bibin."(ÎLKHA) 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir