• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Karên Derve: Kesêhatiye girtin qeyda wî ya personeltiyê li Balyozxaneya Amerîka tuneye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Berdevkê Wezareta Karên Derve Huseyîn Müftüoğlu ve derheqê wî kesê ku wê roja borî hat girtin de daxuyaniyek hat dayîn.

Müftüoğlu di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ji teref Amerîkayê ve derheqê kesê bi navê M.T. yê ku hatiye binçavkirin de daxuyaniyek hatiy dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de tê îddîakirin ku M.T. personelê Balyozxaneya Amerîkayê ye. M.T. yê ku di bergeha sûcên ku pêwendiyên wan bi terorê hene de hatiye girtin qeyda wî ya personeltiyê ya di lîsteya fermî ya Balyozxaneya Amerîkayê de tuneye."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir