• DOLAR 32.528
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2435.433
  • ...
Xelata ku di pêşbirgê de qezenc kir ji Arakanê re bexşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entabê ji ber minasebeta "Heftiya Wezîfedarên Dîn û Camiyan" di navbera xwendekarên îmam xatîbên dibistana navîn û lîse de pêşbirga kompozîsyonê hat kirin. Di encama pêşbirga ku hat kirin de  Zeynep Îrem Kayaya 11 salî ya ku xwendekara dibistana navîn a îmama xatîbê bû bû yekemîn. Kayaya xalibê pêşbirgê xelata xwe ya ku wergirt ji Mislimanên Arakanî re bexşand.

Zeynep Îrem Kaya derheqê mijarê de diyar kir ew ji bo ku li ber zilm û tehdayiya ku li Mislimanên Arakanî bêdeng nemîne vê yekê kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kirî: " Ez ketim pêşbirgê û min qezenc kir. Ez hatim rahijim xelata xwe. Ez bi xwe serbilind im û difexirim. Ez ji bavê xwe re jî teşekur dikim. Dema ku ez û bavê min di rê de dihatin vê derê tiştekî pir xweş ji min re got. Ji min re got ku ma tu dixwazî vê xelata ku te qezenc kiriye ji Mislimanên Arakanî re bibexşînî?  Min jî vê yekê qebûl kir. Dema însan di televîzyonê de wan temaşa dike çavên mirovan tijî hêstir dibin. Ger em bikevin rewşa wan ew ê jî ji me re bibin alîkar. Xweda riya wan vebike û wan ji wê rewşa ku tê de ne xelas û rizgar bike."

Bav Xelîl Kaya derbarê mijarê de diyar bavek ji zarokên xwe re divê bibêje 'fedakarî bike.'

Ahmet Çelîkê Miftiyê Bajêra Entabê jî dema ku xelat da Zeynebê û wê tebrîk kir.(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir