• DOLAR 32.388
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2326.69
  • ...
Ticarên Kahtayê "Bazareke nû ya heywanan" dixwazin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ticarên bazara heywanan ya Kahtayê yên ku îfade kirin ev bazar bûye bazara tengasîyê di serî de  bang li rayedar û Şaredarîyê kirin û ji wan  re mezadeke nû were avakirin.

Xwedyê heywanan tepkî û bertekên xwe bi nûçegihanê ÎLKHA yê re parve kirin û bangî rayedaran kirin û gotin: "Li tu deverê Tikiyeyê mezadeke heywanan a bi vî şiklî tune ye. Her der di nava toz û tebarê de ye."

Mehmet Emîn Saraçoğlûyê ku diyar kir Şaredariyê ji bo bazareke nû peyman dabû wan berteka xwe wisa nişan da

"Bila werin halê me bibînin, em û heywan dinavhev de dijîn" 

Beriya Serokê Şaredariya me bibe serokê Şaredariyê soz dabû me ku 'wê di demek kurt de bazarek heywanan çêkin.' Dema em di sibeha 30ê adarê de çûn pêşîya şaredarîyê ji me re got, 'Êdî kes dê neçe mezada heywanan.' Lê belê ev bazara ajalan hê jî li cîyê xwe disekine. Dema serokê şaredariyê li pêşîya mala min esnafekî ziyaret kir û rûnişt min jê re got: 'Reîsê min ev rewşa bazara heywanan çer  bû? Ji min ra got herî dereng em ê di navbera 3 mehan de çêbikin. Li ba min li midûrê Zîraetê yê navçeyê gerîya û got: 'Projeya me ya di warê bazara heywanan de çi bû?  Midûrê Zîraetê got:'Wê di lijneyê de derbas bibe. Lê belê heta niha jî, di komîsyonê re derbas nebûye. Projeyê wan tev vir û derew e. Bila werin halê me bibînin em û heywan di nav hev de dijîn."      

"Em zivistanî ji herîye, havînî jî ji toz û tebarê nikarin derkevin" 

Huseyîn Yeşîldağê ku her hefte ji bo bazarê ji Girê Sora navçeya Rihayê tê mezadê zehmetî û meşaqetê ku ew dikşînin anî ziman û got, ji ber ku palek tuneye, heta em heywanên xwe ji wesayîtan dadixin bazar belav dibe.

Yeşîldağ, di berdewama axaftina xwe de weha got: "Her hefte ji bo bazarê ez ji Girê Sor têm. Ji ber palek tuneye her hefte em di danîna ajalan de zehmetiyan dikşînin. Heta em ajalan ji palekê dadixin bazar belav dibe. Em demildest dixwazin rayedar ji vî halî re çareseriyekê bibînîn. Meydana ku tirimpêl lê disekine jî tuneye. Li bazarê binêrin, di nava toz û tebarê de ye. Em zivistanî, ji herrîyê nikarin derbas bibin û havînî jî, ji  toz û tebarê nikarin derkevin. Ji vir ez bangî Wezîrê Tarimê, Fakibaba dikim, bila ji vê rewşê re çareserîyekê bibîne. Êdî em naxwazin werin vê bazarê. Kesên ji derve tên heywanan digrin tunebe, dê rewşa esnafên vir  çawa be. Welatîyên li vir, debara xwe bi ajaldariyê dikin. Her hefte li vir ji ber palek tuneye lihevxistin derdikeve. Em dixwazin ji vê rewşê re çareserîyek wer dîtin." 

"Çayxane û destşok li kêleka hevin"

Mehmet Cîcî, diyar kir ku Çayxane û destşok li kêleka hevin û axaftina xwe bi vî awayî dewam kir: "Hûn vê toz û tebarê dibînîn. Em ji nimêja sibehê de tên, heta saetekê encex sira tê me. Ji ber tunebûna palekan perê me zêde li sotemenîyê diçe. Ji ber ku danîn-rakirin, ketin û derketinê perê mê li sotemenîyê diçe. Halê çayxanê hûn bêjin, vay li ber çavan e,  û destşok li kêleka hevin. Ev ne layiqî milletekî wek milletê Kahta yê ye. Şaredarî tu tiştekî nake. Ev çar sal e ev der  wisa ye. Kahta vê heq nake."

Omer Memîş, da zanîn ku: "Ev der pir biçûk e û têra me nake. Ev der ne cîyê mezada heywanan e. Ji ber palek tuneye em ji nimêja sibehê de tên. Du saet du saet û nîv zemanê me diçe. Ji ber vê yekê ticarên biyanî nayên vê derê. Em dixwazin rayedar werin vira bibînîn û ji vê dirûmê re çareseriyekê bibînin." (ÎLKHA)      

 

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir