• DOLAR 32.426
  • EURO 35.01
  • ALTIN 2324.925
  • ...
Mizgefta Mezin a Qaleyê bi reng û bêhna qernan hêj li ser piyan e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn Kelha Hewlêrê xwediyê dîrokeke kevnar e û tê gotin dîroka wê beriya mîladê 6000 hezar salan dest pê dike. Ev Kelha Hewlerê  çawa ku ji şarsitan û kevneşoyan re xwedîtî kribe bi heman awayî ji gelek avahiyên dîrokî jî di hemêza xwe de parast û gihaştand heta roja me. Yek ji van avahiyên dîrokî jî Mizgefta Qele ye. Mizgefta Qeleyê ji roja ku hatiye çêkirin heta îro gelek alim perwerde kirine û ev alim li heremên cûrbecûr xebatên îrşadê kirine.

Mela Muhammedê ku di camiyê de wezîfedar e derheqê camiyê de diyar kir li  vê heremê heta salên

Mela Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir dîroka çêkirina camiyê dirêjî fetihkirina Kelha Hewlerê ya ji teref Mislimanan dibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev camiya dîrokî di nav Kelha Hewlêrê de ye. Di dîroka Îslamê de qala vê camiyê tê kirin. Yaqût ek-Hamawyê gerok û seyyah e derheqê vê camiyê de malûmatan dide û camiyê wek Mizgefta Qaleyê bi nav dike. Hema hema piştî ku ev der ji teref Mislimanan ve hatiye fetihkirin hatiye çêkirin. Bi hezaran alimên mezin li vê derê perwerde dîtine û îcazeta xwe wergirtine. Di vê camiyê de medrese hebû. Li  vê heremê heta salên 1940an jî bes li vê camiyê xutbe dihat xwendin. Malbata Miftî her tim digel bi 17 alimên xwe wek ehlê ilmê xizmet dane."

 "Camî di nav xelkê de bûbû cihê çareserkirina mişkîleyan"

Mela Muhammedê ku di  berdewama axavtina xwe de diyar kir camî di dîroka H. 22an de hatiye avakirin wiha got: "Camî di nav xelkê de bûbû cihê çareserkirina mişkîleyan. Gundiyan alimên ku ji vê derê îcazeta xwe digrin dibin gundên xwe. Ji gelek cihên dûr dihatin vê derê bo ilmê rahsil bikin. Xweda rehmê xwe lê bike, Îbn-î Mustefî dema ku qala alimên li camiyê dikir diyar dike ku birayê Îmam Xazalî li vê camiyê  nimêj daye kirin û waaz dane. Her wiha ji ber ku li vê heremê ev camî tenê hebû  gelek xizmet ji derdorê re kiriye. Camî hêj xizmetê dide."

Mela Muhammed diyar kir heta berî vê 11 salan nêzî 826 mal hebûn, lê di sala 2006an de hat valakirin.(ÎLKHA)

























































Bu haberler de ilginizi çekebilir