• DOLAR 32.571
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2428.002
  • ...
Muhîmat di destên zarokan de înfîlak kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Gevera Colemêrgê 2 zarok li nav molozên de maddeyeke ku tê diyarkirin muhîmat e dîtin. Maddeya ku zarokan dîtin dema ku pê leystin di destên wan de teqiya.  Di encama teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da û zarokek jî giran birîndar bû. Hat diyarkirin muhîmat ji dema operasyonên ku li dijî PKKê dihat kirin maye.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Colemêrgê ve hatiye dayîn de derheqê mijarê de hat diyarkirin  derdora seat 13.50an de  di  nav loda molozan ên li hember Kolana Ormana Taxa Kişlaya Kevin dema ku zarok bi madeya ku wek muhîmat tê diyarkirin di destên zarokan de teqiya, di encama teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da û zarokek jî giran birîndar bû.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir