• DOLAR 32.569
  • EURO 34.881
  • ALTIN 2434.873
  • ...
SON DAKİKA
 "Divê ew destana Kerbela ya ku bi xwînê hatiye nivîsîn baş bê tehlîlkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Fesîh Memîşê ku ji ber minasebeta salvegera şehadeta Hz. Huseyîn ji ÎLKHAyê re axivî diyar kir derseke pir bi ibret heye ku ji Kerbelayê bê derxistin û divê ew destana Kerbela ya ku bi xwînê hatiye nivîsîn baş bê tehlîlkirin.

Memîş di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir ger ew hewadîsên li Kerbelayê baş hatibana tehlîlkirin ew ê îro di nav aleman Îslamê de tevlîhevî û alozî dê çênebûbana.

Memîş di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku ew kesên ku Hz. Huseyîn şehîd kirine ne xeyrî Misliman bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hz. Huseyîn wê rojê ji teref siltanê ku qaşo wê rojê dewleta Îslamê îdare dikir û emîrê wî siltanî  û dîsa  ji teref kesên ku qaşo eskerên artêşa Îslamê bûn ve  hat şehîdkirin. Mixabin di dîrokê de tiştekî wisa neqewimiye. Em dinêrin îro jî Misliman xwîna hev dirjînin. Di ya rastiyê de divê ji vê ibret bê standin.

"Hz. Huseyîn li Kerbelayê bi xwîna xwe nivîsandiye ku hukmên Îslamê hatine rakirin"

Memîş di berdewama axavtina xwe de qala şehadeta Hz. Huseyîn kir û dû re wiha axivî: "Hz. Huseyîn  nikaribû bîne ziman hukmên Îslamê hatine rakirin û terkkirin. Lewra wê rojê Yezîd dida pêşiya Mislimanan û bi wan nimêja înê dida edakirin. Wê rojê Yezîd bo fetîhan  artêşan amade dikir. Yezîd wê rojê bi hukmên şerîatê  karan birêve dibir. Ew ê kî ji Hz. Huseyîn bawer bikira?  Feqet Hz. Huseyîn  ji ber ku endamekî ocaxa pêxember bû bi xwîna xwe destanê nivîsand. Hz. Huseyîn li Kerbelayê bi xwîna xwe nivîsandiye ku hukmên Îslamê hatine rakirin. Lewra piştî şehadeta Hz. Huseyîn hemî kes rûyê rastî yê Yezîd nas kir, feryad û fîxan her derî girt; lê belê êdî tu feyda wê tunebû."

"Li Iraq, Sûrî, Yemen, Libya û li gelek welatên din Misliman xwîna hev dirjînin"

Memîş diyar kir heta ku Misliman berê xwe nedin Qur'an û sunnetê tesîskirina wehdetê xewn û xeyal e û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Divê em wan rojan baş tehlîl bikin û divê em hîn bibin ka ew fitne çawa ketine nava alema Îslamê da ku em îro jî dîsa tiştên wisa neyên. Mixabin ji ber ku jê ders û ibret nehatiye girtin îro dîsa heman tişt diqewimin. Vaye li ber serê me li Iraq, Sûrî, Yemen, Libya û li gelek welatên din Misliman xwîna hev dirjînin. Herkes dibêje heq li ba min e û ez heqdar im. Heta ku Misliman berê xwe nedin Qur'an û sunnetê tesîskirina wehdetê xewn û xeyal e. Elbet dubarenekirina Kerbelayan temenniya me ye. Lê belê  heta ku heq û batil hebe ew ê ev pêvajo heta qiyametê berdewam bike. Bo Mislimanekî her roj Aşûre ye û her der Kerbela ye."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir