• DOLAR 32.372
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2325.481
  • ...
Tetbîqeta li Herema Xabûrê ev bû 13 roj ku berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Herema Xabûrê tetbîqeta ku di 18ê Îlonê de ji teref  TSKyê ve hatibû destpêkirin têkete roja 13emîn.

Tetbîqet di bin sewka Tumgeneral Sînan Yaylayê ku Fermandarê Kolorduya 7emîn e û di bin fermana Tuxgeneral Ahmet Kurumahmutê Fermandarê Tugayê yê Mekanîzmaya 28emîn e de tê birêvebirin.

Li herêma ku lê tetbîqeta tê kirin hat dîtin ku leşkerên Iraqî û eskerên girêdayê TSKyê tetbîqeta îmhakirina bombeyan kirin û tetbîqeta tahliyekirina birîndar kirin.

Tetbîqet li herema ku li miqabilê Parqa TIRan e tê kirin û ev herem 3 kîlometre ji Deriyê Sînor a Xabûrê dûr e.

Hat diyarkirin tetbîqeta ku di 18ê Îlonê de hatibû destpêkirin bi beşdarbûna eskerên Iraqê berdewam dike.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir