• DOLAR 32.597
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2506.451
  • ...
Hejmara Arakaniyên ku xwe spartin Bangledeşê 500 hezarî derbas kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev nêzî mehekî ye çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê êrîşên hovane û wehşiyane dibin li ser Mislimanên Arakanî ku ji ber van êrîşan bi hezaran  Misliman şehîd bûn û bi sed hezaran Misliman jî bûn koçber. Li gor agahiyên herî dawî yên ku hatine wergirtin ji ber van êrîşên hovane û wehşiyane hejmara Arakaniyên ku xwe spartin Bangledeşê 500 hezarî derbas kir.

Hêj zilm û qetlîam li Mislimanên Arakanî yên ku li dinyayê ji kêmaniyên dînî yên ku herî zêde zilm li wan tê kirin tên hesibandin  tên kirin.

Hat ragihandin ji sala 1970an heta îro di encama êrîşên sîstematîk ên ku ji teref çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê ve tên kirin de  ji zêdetirî milyonek û 100 hezar Mislimanan mecbûr man war û welatên xwe terk bikin û xwe bispêrin welatên derdorê. Mislimanên Arakanî yên ku ev nêzî mehekî ye çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê êrîşên hovane û wehşiyane dibin li ser Mislimanên Arakanî ku ji ber van êrîşan bi hezaran  Misliman şehîd bûn û bi sed hezaran Misliman jî bûn koçber û mal û wargehên wan bi temametî hatin şewitandin.

Li ber çavên raya dinyayê ev qas zilm û jenosîd li Mislimanên Arakanî tên kirin, lê belê hêj temamê dinyayê li ber vê jenosîda ku ji teref çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê ve tên kirin xwe kerr û lal dikin. Mislimanên Arakanî yên ku tên qetilkirin ji naçarî xwe dispêrin Cox's Bazara Bangledeşê û hewil didin di kampên penaberan ên li wê derê de bijîn.

Arakaniyên ku hewil didin demildest ji zilma çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmerê birevin bi tekneyan hewil didin  Nehra Nafê derbas bikin, lê ev derbasbûn bo wan dibe rêwîtiya mirinê.

Hat diyarkirin hejmara Mislimanên li Bangledeşê derketiye ser 900 hezaran.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir