• DOLAR 32.518
  • EURO 34.988
  • ALTIN 2433.884
  • ...
"Bomberanên ku li rojavayêbakura Sûrî tên kirinxizmetên tenduristiyê asteng dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

MSFya ku Saziya însanî ya tibbî ya navneteweyî ya bi navê  Doxtorên ku Sînoran Nasnakin e destnîşan kir ji ber bombebaranên ku ji 19ê Îlonê vir ve  di serî de li Îdlîb û Hamayê û tevahî li giştê Sûrî tên kirin  xizmetên tenduristiyê nikarin bên kirin û ev yek jî li heremê dibe sedema qeyrana tenduristiyê.

 "Ji ber endîşeya bomberandinê nexweşxane tên valakirin"

Nexweşxaneya Navendî ya Şamê ya ku ji teref MSFyê ve destek jê re tê dayîn di 26ê Îlonê di seat 06.30an de bû hedefên êrîşên asimanî û ji ber vê yekê li nexweşxanê xizmetên tenduristiyê sekinîne û li nexweşxanê doxtor û nexweş jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin di 19ê Îlonê de 3 nexweşxane hatine bomberankirin  û di 27ê Îlonê de jî li Cisr eî-Şuxurê jî 2 nexweşxane ji ber tirsa bombebarankirinan hatine valakirin ku ev yek bûye sedem li  navendên din qelebalixtî çêbibe.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin di nav heftiyekê de tev de 241 birîndar bo dermankirinê hatin anîn nexweşxanê û 61 kes jî jiyana xwe ji dest dan û dû re wiah hat gotin: " Li Hamayê li 6 nexweşxaneyên ku ji teref MSFê ve dihatin destekkirin hene ku di navbera dîrokên 20-21ên Îlonê de tev de 99 kesên birîndar hatin anîn nexweşxaneyekê ji van nexweşxaneyan, ji van kesên birîndar tev de 21 kes jiyana xwe ji dest dan. Li nexweşxaneyên din xizmet tê dayîn, lê belê tirsa bombebaranê heye."

Brice de le Vingneyê Dîrektorê Bernameya MSFê derbarê mijarê de diyar kir divê tesîsên tenduristiyê ji bomberanan bên mihafezekirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir