• DOLAR 32.515
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2435.047
  • ...
Ji zema baca wesayîtan re bertek: Bila ji sedî 40 zemê li maaşên karkeran jî bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Wezîrê Darayî Nacî Ağbal destnîşan kir ew ê ji sedî 40 zem li baca wesayîtên motor re bê kirin re ajokar gelek bertek nîşan dan û ev bertek bê navber berdewam dikin.

Şofêrên Diyarbekirî yên ku ji zema ku hatiye kirin re bertek nîşan dan diyar kirin ew ê ji ber zemê wesaîtên xwe bifiroşin.

Serdar Kayayê ku diyar kir ew ji ber zemên bacan nizanin çi bikin, lewra zem xelkê mexdûr dikin.

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir bila digel zemên ku li bacan hatine kirin bila li maaşên karkeran bê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Hema zem tê kirin, ne diyar e em ê çi bikin. Ger ji sedî 40 zem ji maaşê karkerî re bê kirin em ê wê demê vê zema bacê qebûl bikin, naxwe bi tu awayî em qebûl nakin. Rayedar bi hev ketine, rewşa Tirkiyê nafikirin. Ji ber vê yekê millet temamê zehmetiyan dikşîne. Welatî dê çi bikin ji wesayîtê, ew ê mecbûr bacê bide. Ji ber ku mecbûr in ew jî zemê li bacan dikin."

"Bihaya benzînê jî 5 lîreyan derbas kiriye"

Şervan Kaymakê ku diyar kir jixwe bacên din zêde de  û heqê wesayîteke ku ji febrîqê derdikeve 30-40 hezar lîre ye digel bacan bi 100 hezar lîreyan tê firotin. Kaymak dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Wellehî em ji şert û mercên Tirkiyê gilîdar in. Lewra ji îro pê ve dê ji OTV, KDV û MTVyê re zem bê kirin. Hatine wesayîtekê li Tirkiyê 30-40 hezar lîre ye, lê belê ji ber bacên MTV û OTVê  heqê wesayîtê derdikeve 100 hezar lîreyan. Heqê benzînê jî derketiye ser 5 lîreyan Ji ber vm yekê em  ê vê yekê protesto bikin. Em ê ji îro pê ve dev ji kar berdin."

Ajokarên bi navê Hesen Çetîn, Ahmet Kizil, Ekrem Gezer û Tarik Kaplan  jî derbarê mijarê de nerazîbûnên xwe anîn zimên û diyar kirin ew pir gilîdar in, lewra heqê mazotê, benzînê û tiştên tin her car zêde dibe, em ê di taliyê de wesayîên xwe bifiroşin. Serê heftiyekê carekê zemê dikin û vê carê jî ji baca wesayîtan re zem hatiye kirin, bila ji sedî 40 zem li maaşên karkeran bikin.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir