• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Yezîd hêj li ser karên xwe ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şubeya Êlihê yê Cemiyeta Mustezafan ji ber minasebeta salvegera qetlîama Kerbelayê daxuyaniyek hat  dayîn, di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin bo ummeta Îslamê Kerbela hêj berdewam dikin û Yezîd li Arakan û li ser axên din hêj li ser karên xwe ne.

Ji ber minasebeta roja Aşûreya ku salvegera qetilkirina Hz. Huseyîn a li çola Kerbelayê ye ji teref Feyzî Aydinê Serokê Şubeya Êlihê yê Cemiyeta Mustezafan ve daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin  ew zihniyeta ku li çola Kerbelayê bû sedema qetilkirina Hz. Huseyîn îro dibe sedem ku li cografyaya Îslamê bi milyonanan Misliman bên qetilkirin û Kerbelayên nû pêk bên û ew Yezîdên hevwext ên ku li ser karê xwe ne li Arakan û li axên Îslamê îmze davêjin wehşetan.

Aydin di berdewama daxuyaniya ku belav kir de diyar kir sedema ku Hz. Huseyîn berê xwe da çola Kerbelayê zilm, zalim, xwarina heqan, bêedaletî û heqên mezlûman bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Peyameke wê zilma ku li Kerbelayê pêk hatiye heye û ev peyam bo me ye. Ew peyam peyama tu car li ber zilmê serî netewandine. Ew peyam peyama çi dibe bila bibe li dûv heq û edaletê çûyîn û parastina mafan e.  Ew peyama peyama nîşandana zulmet û îxaneta  kesên ku ne ehlê emanetê ne di nava milleta Îslamê de çi felaketan pêk anîne ne. Li wê cografyaya Îslamê ya ku di bin îşxala îqtîdarên zalim û zordar ên ku ji armancên hêzên emperyalîstan re xizmetê dikin tev bûne mî na Kerbelayê û bûne Aşûra. Salvegera şehadeta Hz. Huseyîn nîşanî me daye, kesên ku li ber zilmê serî netewandine her tim bûne xwediyê şeref û izzetê û kesên ku serî li ber zilmê tewandine jî ji vê şerefê bêpar mane."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir