• DOLAR 32.574
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2434.685
  • ...
 "Em dixwazin problemên di nava alema Îslamê de bêçek û bi gotûbêjê bên çareserkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Çinara Diyarbekirê 2yemîn kongreya awarte ya teşkîlata navçeya Çinarê ya HUDA PARê hat tertîpkirin. Huseyîn Yilmazê Arîkarê Serokê GIştî yê HUDA PARê di bernameya ku li Çinara Diyarbekirê ji teref partiya wî ve hat tertîpkirin de axivî. Yilmazê ku derheqê referandûma Kurdistana Iraqê de nirxandinan kir  diyar kir ew dixwazin problemên di nava alema Îslamê de bêçek û bi botûbêjê bên çareserkirin.

 "Temamê beyanetên em li ser şahîdiyeke adil e"

Yilmazê ku diyar kir ger di aleyha wan de be jî wan dev ji edaletê bernadene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Temamê beyanetên em li ser şahîdiyeke adil e û tesîsa adeletê ye. Me xebatên xwe  û beyanetên xwe bi vî awayî kiriye. Digel di aleyha me de be jî me dev ji adeletê bernade û me ya rastiyê got. Başe, gelo em welatiyên me vê yekê dizane?Em dikarin vê helwest û nêrîna xwe ji xelkê re teblîx bikin. Ezbereke xelkê heye, partî bo menfeatên xwe dixebitin, çi tişt pêwîst be wê tiştê dibêjin. Heq û heqiqetê li gor xwe dibêjin. Lê belê em partiyeke cûda ne, pîvan û referansên em cuda ne û me van pîvan û referansên xwe ji xelkê re venegotiye û ji wan re ranegahandiye û bi wan nedaye fêmkirin. Ev yek kêmasiya me ye. Divê em vê yekê bikin."

 "Îqtîdar bi gotinên neteweperest ên MHPê li meseleyan dinêre"

Huseyîn Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir partiyên ku doh ji tiştekî re digotin spî îro dibêjin reş e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Niha partiya di îqtîdarê de û partiyên din xwe didin naskirin  û bo siyaseta xwe ji wê tişta ku jê re digotin spî îro dibêjin reş e. Di dema muxalefetê de ji tiştekî re digotin xelet e, lê belê dema ku tên îqtîdarê jê re dibêjin rast e. Weke rewşa ku AK Partî, hikûmet di nav de ye. Ew kesên ku dema muxalef bûn digotin 'Divê meseleya Kurd li gor Îslamê bê çareserkirin, neheqî li Kurdan tê kirin' niha  ji ber ku digel MHPê tev digerin û gotinên neteweperest ên MHPê li meseleyan dinêrin. Gotin û beyanetên me dema ku li hisabên wan neyê  medyaya terefdar û medyayên din gotin û daxuyaniyên me şaşomaşo ango berewajî dikin.  Rêyek tenê heye ku ew jî ev e; divê em xebata xwe bibin nav xelk û civakê û divê em ji wan re bibêjin."

 "Em naxwazin Misliman bi hev re şer bikin û pev biçin"

Yilmazê ku di berdewama axavtina xwe de qala şerê navxweyî ya ku ev 7 sal e li Sûrî berdewam dike kir derheqê mijarê de wiha got: " Di meseleya Sûrî de helwesteke me heye. Hikûmeta Tirkiyê û terefdarên îqtîdara AK Partiyê hema nav li pey me xistin û me bi terefdarbûna Esed sûcdar kirin. Kesên ku ku terefdarên Îranê û Esed bûn jî me bi terefdarbûna  hikûmetê sûcdarkirin. Polîtîqaya me ev bû; me got bila mesele û problem bêşer û bêçek bi gotûbêjê bên çareserkirin. Em dixwazin problemên di nava alema Îslamê de bêçek û bi botûbêjê bên çareserkirin, em naxwazin Misliman bi hev re şer bikin. Polîtîqaya me li ser vê yekê hatiye damezrandin. Lê mixabin vê yekê şaş û xelet fêm dikin.

"Vê meselê bi hestên neteweperest dinirxînin..."

Yilmazê ku derheqê referandûma serxwebûna Kurdistanê de nirxandinan kir wiha axivî: " Ji ber ku em got referandûm maf û heqên wan e, ji ber ku me şahîdiyeke bi adil kir, ji ber ku me hemû kesî vexwand edaletê û ji ber ku me berewajiya hikûmetê got gelek saziyên çapemeniyê û weşan banga şer dikin û ji ber ku gelek kes jî helwest û sekinîna HUDA PARê şaş û xelet fam kirine û ji ber ku ji edaletê û şahîdiyeke bi adil dûr ketine vê meselê bi hestên neteweperest dinirxînin û li hember temsîliyeta edaletê û bi şikleke adil birêvebirinê disekin û vê yekê qebûl nakin."

"Tirkperestî şeytanqûnî bûye, ew zihniyeta 90 salan a dewletê ya ceberûtê dikeve dewrê"

Yilmaz weha dawî li axavtina xwe anî: "Em dibêjin ne tenê li nava welêt bi heman awayî di pêwendiyên li derveyî welêt de jî bila edalat bê tesîskirin. Divê pîvana polîtîqayê ne berjewandiyên millî û dewletê bin; divê   edalet be. Lome û berteka cîranan av e: di temamê cîranan de nifûsa Kurdan heye. Dibêjin 'ger li wê derê şirîkatî xelas bibe û Kurd li ser axên xwe dewleta xwe ava bikin û navê wê jî bibe 'Kurdistan' em ê têkevin tengasiyê.' Çima li Tirkiyê û Îranê Kurd hene. Ew ê sibe ew jî heqên xwe bixwazin, tirsa wan ji vê yekê ye. Ango Tirkperestî şeytanqûnî bûye, ew zihniyeta 90 salan a dewletê ya ceberûtê dikeve dewrê."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir