• DOLAR 32.593
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2420.797
  • ...
Di mala kû agir lê derket de 3 kes bi jehrê ketin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Taxa Tepebaşiya girêdayê navçeya Qosera Mêrdînê di mala Hesen Donder de şewat derket, hat hînbûn şewat ji kontaxa ceyranê derketiye û mal zirareke mezin dîtiye. Di encama şewatê de 3 kes bi jehrê ketin û hatin rakirin nexweşxanê.

Li gor agahiyên hatin wergirtin di saet 17.30an de li taxa Tepebaşiya ku girêdeyê  navçeya Qoserê ye, di mala  Hasan Donder a li ser rêya Mêrdînê agir derket. Hat hînbûn agir ji kontaxa ceyrana hemamê derketîye. Piştî xeber hat girtin tîmên îtfayê sewqî cîhê bûyere hatin kirin.

Piştî tîmên agirkujîye gîhaştin cîyê bûyere midaxeleyî agir kirin. Ji ber  dumana şewatê  Sebahat (40) Mûhammed Mîstafa (21) û Yusuf Donder (21) bi jehrê ketin. Tîmên tenduristîyê li cîyê bûyerê midaxeleyî birîndaran kirin û wan bi ambulansan rakirin nexweşxaneya Qoserê û xistin bîn tedawîyê.

Tîmên agirkujîye bi zehmet agir tefandin û di malê de xisara maddî pêk hat. Kesên di bin tesîra dûmanê de mane rewşa wan baş e û bi biryara doktor ji nexweşxaneyê hatin derxistin.

Derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)  















Bu haberler de ilginizi çekebilir