• DOLAR 32.511
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2490.85
  • ...
Pîrozbahiyên li Hewlêrê heta derengiyê şevê dewam kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor encamên ne fermî yên referandûma ku ji teref Birêveberiya Herema Kurdistana Iraqê ve hatin kirin di referandûmê ji sedî 93 dengê 'erê' û ji sedî 6,8 jî dengê 'na' derket.

Piştî ku encama hatin eşkerekirin re xelkê Hewlêrê xwe berda kolan û meydanan û bi wesayîtan di nava bajêr de geriyan û kêfxweşî û şadiya encama referandûmê jiyana. Xelkê ku xwe berdabû kolanan di destên wan de ala Kurdistanê û posterên Mesûd Barzanî hebûn li dora Kelha Hewlêrê li hev kom bûn û encaman pîroz kirin.

Hewlêriyên ku derheqê mijarê de hest û ramanên xwe bi ÎLKHAyê re parve kirin diyar kirin ew ji ber netîcê gelek zêde bextewar û şad in.

"Ew ê bi referandûmê azadî were"

Kesê bi navê Raber diyar kir ew bo Kurdistaneke azad di referandûmê de gotine erê û wiha got: "Ew ê bi referandûmê azadî were. Ew ê Kurdistaneke azad çêbibe. Bo temamê Kurdan Kurdistaneke azad."

"Kurd gihaştin rojên azad"

Mahmut Îsmaîlê ku diyar kir encam û pîrozbahiyên referandûmê pir xweş in û hest û ramanên xwe wisa anî zimên: " Îro rojeke pir xweş e. Kurd gihaştin rojên xweş. Hikûmet ji wan kesên ku tevlî pîrozbahiyan dibin re taaman îkram dike. Em jî ji wan îkraman sûdê werdigrin."

 "Ez ji azadiya Kurdistanê re hezar caran dibêjim erê"

Ciwanê bi navê Eymen jî diyar ku ew li Hewlêrê dijî û wiha got: " Me rojeke xweş derbas kir. Min Kurdistaneke azad dît. Min bi îradeya xwe ya azad çûm ser sindoqê. Ez bi temamê hebûna xwe bo Kurdistanê amade me ku fedakariyan  bikim. Ez ji azadiya Kurdistanê re hezar caran dibêjim erê."

"Iraq oxir be"

Cîhanê ku diyar kir ew bi referandûmê ji Iraqê xatir xwestine jî derheqê mijarê de wiha axivî: "Me hemiyan got erê. Em ê xweser bibin. Iraq oxir be ji te re."

Em bo rojên xweş hêvîdar in"

Zencîz Azîzê ku diyar kir ew ê Kurdistan azad  bibe wiha got: "Em  hêvîdar in ku  dê Kurdistan azad bibe. Em ê wan rojên nexweş li pey xwe bihêlin û têkevin rojên xweş. Bi vê referandûmê  dahatûyeke serkeftî li benda me ye."

Kesên bi navê Salim, Alan Sileyman, Aras Bejdar û Behçet Baxtiyar jî  derbarê encamên referandûmê de hest û ramanên xwe parve  kirin û diyar kirin ew ê bi referandûmê Kurdistan azad bibe û ew ji ber vê yekê kêfxweş in.(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir