• DOLAR 32.347
  • EURO 35.12
  • ALTIN 2310.164
  • ...
PKKyiyan êrîşî mînîbusê kirin: 3 mirî 2 birindar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Agirî PKKyiyan  bi sîlehên lûle dirêj gule berdan mînubusekê , di encama êrîşê de 3 kes can dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin PKKyiyan bi çekên lûle dirêj êrîş birin li ser mînîbusa ku tê de kesên biyanî hebûn û bi şikleke dereqanûnî ketibûn Tirkiyê kirin, di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de  3 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Walîtîya Agirî derheqê bûyerê de daxwuyanîyek da. Di daxwuyanîyê de  derheqê mijarê de wiha hat destnîşankirin: "Di 25ê Îlona 2017an derdora seat 14.50î de li gundika Yukaridemîrkapiya girêdayê gundê Yayginyurta Bazîdê kesên PKKyî bi çekên lûle dirêj êrîş birin li ser mînîbûsê. Di êrîşa ku hat kirin de  3 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn."









Bu haberler de ilginizi çekebilir