• DOLAR 32.315
  • EURO 35.118
  • ALTIN 2291.07
  • ...
 "Me bo azadiya xwe raya xwe da"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Rrerefandûma serxwebûnê ya ku di seat 08.00an de dest pê kir di seat 19.00an de bi dawî bû. Piştî dawîbûnê dest bi jimartina rayan hat kirin. Di referandûa ku tê de beşdarbûn zêde bû de hilbijêr ji ÎLKHAyê re axivîn û diyar kirin  ew bo azadiya xwe çûn ser sindoqan û raya xwe dan.

Omer Abîpê ku bo temamê Kurdan serkeftin xwest derheqê mijarê de wiha got: "Em dixwazin Kurd li her derî azad û yek bin. Bila milletê Kurd jî rûyê hizûrê bibîne. Dewletên bi nifûsa 2 milyonan heye, lê belê dewleta milletekî ku nifûsa wê 50 milyon e tuneye.Em bi hesret dixwazin dewletê ava bikin. Em jî wek her kesî dixwazin ku war û axên me hebin."

Hêmin Alî yê ku diyar kir "kesên ku Kurd be divê xwediyê hesta dewletbûnê be' jî derheqê mijarê de wiha axivî: "Ev çend sal in ku avakirina dewletê hedefa xwîna şehîdan e. Divê armancên însanan erê be. Kesên ku dibêjin na ne xwediyê hesta neteweyî ne. Ez pir bextewar im, îro rojeke dîrokî ye."

"Em pir bextewar  û şad in"

Şakîr Mahmûd jî diyar kir ew ji rojekên xweş rojekê dijîn û wiha got: " Em hatin bo jiyaneke azad raya xwe bidin. Referandûm a azadiya Kurdistanê ye. Em hemî pir bextewar  û şad in.  Îro rojeke eyda neteweyî ye. Ez hêvî dikin ku xelkê Kurdistanê bi ser keve."

 "Bo ku ez azad bibim min raya xwe da"

Cemîk Avla Sofiyê ku raya xwe da jî derheqê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: "Îro ez hatim da ku raya xwe bidim erê û heqiyê. Min got erê.  Min bo cardin ez din bin postalên Baasiyan de neyêm eciqandin û azad bibim hatim ray danê. Kesên ku bi heqê wê raya xwe nedin bila herin di bin postalên rejîma Baasê de bijîn. 60 salan em di bin postalên Baasiyan de hatin eciqandin, ka çi tişt kirin bo me? Tenê di ser serê me de bomba û kimyasalan berdan. Zarokên me qetil kirin. Millet van tiştan ji bîr kiriye û nayê bîrên wan. Erzaq, maaş û hemû tiştên me birîn."

 "Îro me bo azadiya xwe qerar da"

Tahsîn Şiyarê ku diyar kir ew pir bextewar e derheqê mijarê de wiha got: "Em îro bextewar im, îro me bo azadiya xwe qerar da. Em wan zilmên ku ev bi salan in tên kirin biguherînin. Em digel referandûmê azad bibin û ew ê  ala me her bilind bibe."

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Serokatiya Herema Kurdistana Iraqê ve hat dayîn de wiha hat gotin: " Em ji temamê welatiyên xwe yên Kurdistanê daxwaz dikin ku di wan pîrozbahiyên ku dê piştî dengdayîna rayan bên kirin de bi nirxên bilind ên xelkê me ve girêdayî bê mayîn."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çekan bi kar neyînin, xwe ji helwestên ne medenî û dereqanûnî muhafeze bikin û aramî û hizûra bajêran biparêzin."


 

































































Bu haberler de ilginizi çekebilir