• DOLAR 32.612
  • EURO 34.851
  • ALTIN 2491.596
  • ...
Divê hemû kes xwe ji helwest û gotinên ku li gor mesleheta emperyalîstan in mihafeze bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku bo duyemîn kongereya navçê ya awarte ya partiya xwe hatibû Kanîreşa Bingolê derheqê rojevê de daxuyaniyên girîng da.

 "Ew kesên ku dibêjin ev referandûm nayê kirin û ew kesên ku li Kerkukê kirina referandûmê asteng dikin heman kes in"

Yapicioglu di daxuyaniya ku da de derheqê referandûma serxwebûnê ya li Herema Kurdistanê ya ku di van pêlên dawî de di rojeva Tirkiyê cihekî girîng digre de nirxandinên balkêş kir.

Yapiciogluyê ku diyar kir ew wek partiyê ji xwe re pîvana 'edaletê' esas digrin di berdewama axavtina xwe de  balan kişand li ser sedema sereke ya problemê û wiha got: "Dîqet bikin! Ew kesên ku dibêjin ev referandûm nayê kirin û ew kesên ku li Kerkukê kirina referandûmê asteng dikin heman kes in."

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  li gor 140emîn maddeya makeqanûna Iraqê hinek heremên bi nîqaş hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Wek Kerkuk û Mûsil û hinek navçeyên Dîyalayê. Ew ê pêşî li van deran  rewşa normel bûbana û ew ê dû re di Berfanbara 2007an de  li van deran referandûmek hatibana kirin. Ew ê ji xelkê wan deran hatibana pirsîn 'Ka hûn dixwazin bi ser Baxdayê ve an Hewlêrê ve bên girêdan?'  Ew ê derheqê xwe de qerara xwe dabana. Ew ê ev yek dê di sala 2007an bûbana. Başe, em ev referandûm çêbû, na."

" Ew ê Xweda bipirse ka tu adil tevgeriyayî û tu li ba heqiyê cî girtî?"

Yapicioglu diyar kir  Ey Hewlêr îro li gor makeqanûna Iraqê nikare qerara referandûmê  bistîne û dû re axavtina xwe wiha domand: " Rast e, li gor makeqanûna Iraqê referandûm nikare bê kirin. Lê li gor heman makeqanûnê diviyabû li Kerkukê referandûm hatibana kirin. Dîqqet bikin! Ew kesên ku dibêjin ev referandûm nayê kirin û ew kesên ku li Kerkukê kirina referandûmê asteng dikin heman kes in. Ger derdê te makeqanûna Iraqê be te çima nehişt li Kerkukê referandûm bê kirin? A rastiyê bibêje.  Kesên li wê derê Kurd in, Tirkmen in û Ereb in, ev yek qet min eleqedar nake. Ew ê Xweda ji min pirs neke ka tu di sefa kî de cî girtî; baş e ew ê Xweda çi pirsî ji min bikî? Ew ê ji min pirs bikî, ka tu adil tevgeriyayî û tu li ba heqiyê cî girtî?

 "Tu dengê xwe li hember birayê xwe dernexe"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de ayeta "Ew li hember hev bi şefqat û merhemet in; li dijî kufrê bi izzet û bi şiddet in' di bîran xist û dû re wiha got: " Dema  ku kufr li we dide, tinazên xwe bi we dike û bi şikleke eşkere bi we re dijmintiyê dike hûn dibêjin ' di polîtîqaya me ya derve de zêdenekirina dijminan  û mimkûn be zêdekirina dostan heye.'  Xweş, zêdenekirina dijminan polîtîqayeke baş . Lê   wek mînak, ew tiştên ku li hember Amerîka tên kirin ne meseleya zêdenekirina dijminan e, ev yek dengnekirin e. Tu dengê xwe li hember birayê xwe dernexe."

 "Ger hûn nikaribin bibin yek, zilmê li hev nekin"

Yapicioglu diyar kir 'Niha dibêjin emperyalîst dixwazin ev herem tevlîhev bibe' û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "El heq rast dibêjin. Emperyalist dixwazin îro memleketê me perçeperçe bibe. Dixwazin bibe pariyên biçûk. Baş e, em tên xêza emperyalîstan, ma em dibêjin bila ummet parçe bibe? Naxêr, em dixwazin sînor rabin û ummet bibe yek. L ê belê ger hûn nikarin bibin yek, zilmê li hev nekin û li hember hev bi edalet bin."

"Hinek kes bi rastî jî zimaneke xirab bi kar tînin"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê mesleheta ummetê beriya her tiştî be û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hinek kes bi rastî jî zimaneke xirab bi kar tînin. Hinek ji van kesan difikirin ku mesleheta ummetê li vê derê û li wê derê ye û li gor wê xêzê ji xwe re digirin. Xweda ew ê li gor niyeta wî kesî ecra wî bidiye. Lê belê hinek kes mesleheta partî, qewm û milletê xwe li ser her tiştî digrin. Dibêjin ' ummet parçe dibe bila bibe.'  Ew ê Xweda li gor niyeta wî li wî muamele bike. Em ji birayên xwe re dibêjin; mêze bikin em bi qasî ilm û eqlê xwe û bi qasî ku dînê me ji me re emir dike hewil didin bi edaletê tev bigerin, em hewil didin dev ji heqiyê neqerin û em pêşaniyê didin mesleheta ummetê."

 "Em ji  hemû kesî re dibêjin; dirist bin"

Yapicioglu axavtina xwe weha domand: " Di  navbera federasyon û konfederasyonê de derqeke hiqûqî heye. Çi ye ew ferq? Federasyon bi makeqanûnê tên damezrandin. Niha  Iraq federatîf e, federasyonek e. Herema Kurdan dewleteke federe ye.  Wekî din jî hikûmeteke federal heye. Niha ew dewletên federal hatin ba hev û makeqanûnek amade kirin. Li gor vê makeqanûnê  divê ew referandûm neyê kririn. Lê velê ew makeqanûn ne niha ji sala 2007an ve hatiye binpêkirin. Wê rojê ew kesên ku ji binpêkirina makeqanûnê re dengê xwe dernexistin îro wê makeqanûnê tînin bîra xwe. Çima? Lewra wisa li hisabên wan tê. Em ji  hemû kesî re dibêjin; dirist bin."

"Divê hemû kes xwe ji wan gotin û helwestên ku dê bi wan ji emperyalîstan re dawetiye bê dayîn mihafeze bike"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê şereke nû feyde nede tu kesî û dû re wiha got: "Ew ê hemû  kes ji vê yekê zirarê bibîne. Em dibêjin, aram bin û bi sûkutê biaxivin. Divê hemû kes xwe ji wan gotin û helwestên ku dê bi wan ji emperyalîstan re fersend bê dayîn mihafeze bike. Silh bi xêr e û em dibêjin; ewledên ummedê! Pev neçin û xwîna hev nerjînin û bi hev re dijmintiyê nekin. Dijminên we tevan berê dihat li we didan û we dagir dikirin  û xwîna we dirjandin. Ew bi xwe jî hinekî zirarê didîtin. Niha we bi hev didin kuştin. Him jî bi silehên ku ew didî we û heqê wan silehan jî ji we distînin."

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir Rebbê min me ji rêya heqiyê dernexe.(ÎLKHA)

 





























Bu haberler de ilginizi çekebilir