• DOLAR 32.564
  • EURO 34.935
  • ALTIN 2426.092
  • ...
Balyozxaneya Baxdayê yê Amerîka: Ger referandûm bê kirin dibe ku alozî û tevlîhevî derkeve
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Balyozxaneya Baxdayê yê Amerîkayê ve derheqê referandûma sibe de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku ji teref Balyozxaneya Baxdayê yê Amerîkayê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin ger sibe li herema Kurdistanê referandûm bê kirin dibe ku tevlîhevî û alozî derkeve.

Di daxuyaniya ku ji malpera fermî ya Balyozxanê hatiye dayîn de wiha hat gotin: " Em welatiyên Amerîkayê yên li Iraqê îqaz dikin, ger sibe referandûm bê lidarxistin de û îxtîmal e bûyer derkevin. Ji ber vê yekê bila welatiyên me  li wan heremên ku di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herema Kurdistanê de bi nîqaş in seyahatê nekin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir