• DOLAR 32.314
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2279.904
  • ...
Xelkê Hewlêrê: Em dixwazin azad bijîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Referandûma serxwebûnê ya ku bo pêvajoya dewletbûna Kurdistana Iraqê wek gava ewil tê wesfandin dê di 25ê Îlonê de ango sibe bê kirin. Heyeta Muzakerê ya Kurdistanê a ku doh Baxdayê ziyaret kir destnîşan kir ew di warê kirina referandûmê de bi bi qerar in û ew dixwazin piştî referandûmê jî pêwendiyên xwe bi Baxdayê re bidomînin. Lê terefa Baxdayê derheqê mijarê de bi daxuyaniya ku weşand diyar kir ew di warê referandûmê li hev nekirine. Xelkê Kurdistanê digel temamê bertekên welatên derdorê ji kirina referandûmê kêfxweş in.

Xelkê ku li kolan û meydanên Hewlêrê ji ÎLKHAyê re axivî diyar kir ew destek û piştgiriya herî mezin ji Tirkiyê hêvî dikirin, lê belê yê ku herî zêde li ber serxwebûnê radibe ew bi xwe ye ku ev yek jî wanan xemgîn dike.

Hewlêriyên ku diyar kirin ew ê sibe bo xelkê Kurdistanê biçin ser sindoqan destnîşan kir ew jî wek temamê gelên li ser rûyê dinyayê dixwazin bi şikleke azad bijîn. Xelkê Hewlerê diyar kir dema ku li dîrokê tê nihêrtin her tim mirin, xwîn û hêstirên çavan bûye para xelkê Kurd ku êdî wextê vê yekê bi dawî bûye.

 "Ew ê ew hesreta bi salan bi dawî bibe"

Şerzad Zîrarî diyar kir ew ê hesreta wan a bi salan dê bi referandûmê pêk bê û dû re wiha got: " Em di 25ê Îlonê de bi xwîna xwe amade ne ku bo serxwebûna Kurdistanê dengê xwe bidin. Ew ê hetanî kengî Kurdistan xweser nebe. Ev bû 25- 26 sal ku em di vî halî de ne. Em jî wek gelên dinyayê serxwebûna xwe dixwazin. Em bi xwîn û canê xwe destekê didin Barzanî. Em ê bi izna Xwedê bi ser kevin. Hûn bi xêr hatin, ser seran û çavan re hatin."

"Em ê bo serxwebûna Kurdistanê dengên xwe bavêjin"

Faris Abdullahê ku hest û ramanênx we parve kir jî wiha got: "Em destekê didin  referandûmê, em destekê didin Kurdan jî. Em di 25ê Îlonê de diçin ser sindoqan û em ê bo serxwebûna Kurdistanê dengên xwe bidin."

 "Em jî wek temamê welatên dinyayê xweser bibin"

Şîvan Muhammed jî diyar kir ew naxwaze referandûm vê paşvexistin û demildest bê kirin û dû re wiha got: " Înşallah ew ê di wextê xwe de bê kirin. Em wek xelkê Kurdan serxwebûnê dixwazin. Milletên di dinyayê de temam xweser in. Em jî dixwazin xweser bibin."

"Referandûm mafê hevpar a Kurdan e"

Mamoste Aram jî diyar kir di temamê dîrokê zilm li xelkê Kurd hatiye kirin û dû re wiha got: " Referandûm mafê hevpar a Kurdan e. Piştî wan êrîşên Enfal û kimyewî referandûmê heqê Kurdan e. Berî niha li Kurdistan û bajarên wê bi hikûmeta Baas û yên li pey wan re  gelek mişkîleyên me çêbûn. Em ji ber tiştên mîna qutkirina budçê û nedane mafên xelkê Kurdan em referandûmê dixwazin."

 

 " Înşallah ew ê derd û kulên me xelkê Kurdan xelas bibe"

Muhammed Fethullahê ku ji Îranê hatibû Hewlêrê derheqê mijarê de wiha got: "Ez ji Îranê hatim. Ez her derê Kurdistana Başûr digerim. Çi tişt hatine serê Kurdan ez wek şiir dibêjim. Niha xelkê Kurdistanê ji ber referandûmê gelek bextewar e. Înşallah ew ê derd û kulên me xelkê Kurdan xelas bibe. Meseleya yekîtiyê Kurdan meseleyeke girîng e."

"Ew ê Kurd xweser bibin"

Xalid Mecîdê ku got ew pir kêfxweş e derheqê mijarê de wiha got: " Ew ê bi saya Birêz Barzanî dê Kurd xweser bibin. Heta ku Barzanî hebit em ê dê bibin xizmetkarê wî. Heta ku Barzanî hebe ew ê Kurdperwer hebin. Hetanî ku hemû kes hebin em ê ala Kurdistanê bilind bikin."

 "Înşallah em ê wê tiştê ku heqê me ye bi dest bixin"

Peşmêrge Memi Adim jî diyar kir "Ez Peşmêrgeyê Kurdistanê me, em digel dewletên cîran di civîn û îstîşareyê dikin. Ger destûr bê dayîn em ê referandûmê bikin. Lijneyeke me bo vê yekê niha li Baxdayê ye.  Çûn Îran û Tirkiyê jî û tiştê pêwîst me ji wan re got. Ger civînên me netîve bide înşallah em ê heqê xwe bi dest bixin.  Ger em karê xwe bi şikleke baş bikin înşallah em ê bibin dewlet."

"Bi iznillah em ê bibin xweser bibin"

Serbest Remezanê ku diyar kir divê referandûm bi gotûbêjê bê çareserkirin ne bi şer di berdewma axavtina xwe  de wisa axivî: " Em ê bi izna Xwedê referandûmê bikin û xweser bibin wek gelên li ser rûyê dinyayê. Înşallah ew ê baş bibe.  Em ê bi alîkariya Xwedê û bi serokatiya Barzanî bi pêşve biçin. Em gotûbêjê hêvî dikin, ne şer. Em hêvîdar in ku ev mesele bi aştiyê çareser bibe."

 "Kurd ji pêvajoyeke girîng derbas dibin"

Kerem Çîçekê ku bo dengdayînê ji Tirkiyê hatiye  jî derheqê mijarê de got ew piştgiriya refendûmê hatiye û dû re wiha got: " Ez ji Erzeromê bo referandûmê hatim vê derê. Îro rojeke dîrokî ye. Kurd ji pêvajoyeke girîng derbas dibin. Me xeyala vê yekê dikir. Niha jî bo ku em bi guhên xwe bibihîzin û bo ku em bi çavên xwe vê yekê bibînin em hatin Hewlêrê. Ez 71 salî me û ger ez vê yekê bibînim ez ê şikir bikim.Hinek Kurd li ber vê yekê radibin. Ger tifaqa me hebe, ber vê yekê re rabin jî tiştek nabe. Di nav me de hinek xaîn hene, ger ew jî li ba me cî bigrin ew ê tu mişkîle nemîne."

 "Ez gelek bextewar im,  min raya xwe da"

Muhammed Nasirê ku ji Îsweçê bo referandûmê hatibû Hewlêrê wiha got: "Ez eslê xwe Tuzhurmatî me û li Îsweçê dijîm. Ez wek Kurdekî ji ber referandûmê bextewar im. Min ji ser întenerê dengê xwe da. Ez gelek zêde dixwazim ku Kurd qezenc bikin. Em jî dixwazin wek wan welatên din azad bin. Mesele nifûsa Îsweç ê 9 milyon e, lê azad e. Ji min re dibêjin hûn milletekî 40-50 milyon in, gelo çima dewleta we tuneye? Ez nikarim bersiva wan bidim. Çend salan em di bin hikim de bûn û çend rojan em ji welatên xwe hatin ajotin, em jî wek wan welatên din bibin dewlet. Ez dixwazin di nav naskirî û xelkê xwe de bijîm. Ez ji ber ku bi we re roportajê dikim kêfxweş im. Ez yekîtiya çar perçeyên Kurdistanê dixwazim. Kurdên li Diyarbekirê û Îranê birayên min  in û ez bo wan serkeftinê dixwazim."

Omer Raufê ku diyar kir ew Peşmêrgeyê Îlonê ye derheqê mijarê de diyar kir ev referandûm bo Kurdên çar perçeyên Kurdistanê serkeftin e.(ÎLKHA)















































































Bu haberler de ilginizi çekebilir