Li Colemêrgê bi doçka û roketan êrîş hat kirin: 2 kes jiyana xwe ji dest dan
Ji sînora Iraqê ji teref PKKyiyan ve êrîş li Tabûra Tekelî ya li Şemzînana Colemêrgê hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de eskerek û kesekî siwîl jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ji sînora Iraqê ji teref PKKyiyan ve bi doçka û roketan êrîş li Tabûra Tekelî ya li Şemzînana Colemêrgê hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de eskerek û kesekî siwîl jiyana xwe ji dest dan û 2 esker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Colemêrgê ve hatiye dayîn de hat ragihandin ji sînora Iraqê ji teref PKKyiyan ve bi doçka û roketan êrîş li Tabûra Tekelî ya li Şemzînana Colemêrgê hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de eskerek û kesekî siwîl jiyana xwe ji dest dan û 2 esker jî birîndar bûn. Eskerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin li heremê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.(ÎLKHA)