Barzanî: Piştî vê seatê referandûm nayê paşvexistin
Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî destnîşan kir piştî vê seatê referandûm nayê paşvexistin.
Seropkê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî di mîtînga referandûmê ya ku li Stadyûma Franso Harîrî ya li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê hat tertîpkirin de axivî.
Barzanî di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir êdî wext bo paşvexistina referandûmê nemaye û wiha got: "Ne qanûn ne jî şirîkatî hiştin di holê de, 4 hezar û 500 gundên me tar û mar kirin, xera kirin. 12 hezar Kurdên Feylî û 8 hezar Kurdên Barzanî qatil kirin."
Barzanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir dinya zen dikir ew daxwaz referandûmê wek 'qarta zextê' bi kar bînin û wan zen kir em ne cîddî ne. Barzanî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Beriya qerara referandûmê me ji Baxdayê re got ku ehemiyet û girîngiyê bibin vê mijarê. Qerara referandûmê qerareke dîrokî û mêrxasî ye."
Barzanî di dawiya axavtina xwe de diyar kir ji ber qerara referandûmê zext li wan tên kirin da ku referandûm bê paşvexistin û bi Baxdayê re gotûbêj bê kirin; em bo gotûbêjê amade ne,lê belê piştî 25ê Îlonê.(ÎLKHA)