Li Nîgdeyê qezaya helîkopterê: Polêsek jiyana xwe ji dest da
Di qezaya helîkopterê ya ku li Dibistana Bilind a Meslekê ya Polêsan a Nîgdê pêk hat de polêsek jiyana xwe ji dest da û polêsek jî birîndar bû.
Hat ragihandin li Dibistana Bilind a Meslekê ya Polêsan a Nîgdê qeza helîkopterê pêk hat. Di qezaya ku pêk hat de perwaneya helîkopterê li polêsan ket. Di encama bûyerê de polêsê bi navê Abdullah Yildrim ê ku perwerdekar bû jiyana xwe ji dest da û polêsê bi navê Azîm Dogan jî giran birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza di derdora seat 14.00an de pêk hat. Hat diyarkirin polêsê birîndar hat rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)