• DOLAR 32.383
  • EURO 34.996
  • ALTIN 2326.145
  • ...
 "Qurbanên FETO û 28ê Sibatê hêj di girtîgehê de ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Recaî Yurdanê Serokê Platforma Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Şehîdan diyar kir hêj însanên ku ji teref şaxa darazê ya FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin di girtîgehan de ne. Yurdan di berdewama axavtina xwe de bang li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan da ku dawî li vê zilmê bê anîn.

Yurdan di berdewama axavtina xwe de diyar kir di van salên dawî de bi dehhezaran însanên ku ji ber weqeyên edlî di girtîgehan de ne hatine berdan  û dû re wiha got: "  Hêj birayên me yên ku bes bo ku dersa Qur'anê dane û di camiyan de hatine girtin  ev 25 sal in ku di girtîgehan de tên girtin. Helbesta 40 eydan hebû. Ev eyd bû 50 eyd."

Yurdan bang li Erdoganê ku ew bi xwe jî ji wan mexdûrên 28ê Sibatê mexdûrek e kir û wiha got: " Nexasim ez ji Serokkomarê xwe rica dikim. We jî pêvajoya 28ê Sibatê dît. Hûn nêzî 6 mehan di girtîgehan de man. Ew kesên ku niha di girtîgehan  de tên girtin êdî zarokên wan mezin bûne û êdî em serê neviyên wan mist didin. Bavên wan bûn bapîr. Ew însan bes ji ber ku mutedeyyîn bûn, dersa Qur'anê didan, di rêya Xwedê bûn. Ew însan bûn qurbanên FETO û 28ê Sibatê."

 "Ev bû 25 sal ku nêzî 250 birayên me di girtîgehê de ne"

Yurdan diyar kir Ahmet Necdet Sezerê serokkomarê berê çi qas qatil û însanên bi rihê milîtan hebûn tevekan serbest berda û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ez ji Serokkomar rixa dikim. Qet nebe rayeyên ku qanûnan dide te bi kar bîne, divê qet nebe tu wan mehkûmên nexweş serbest berbidî. Niha li Tikriyê 250 birayên me Misliman ên ku muntesîbê kom û cemaatan in ev 25 sal in ku di girtîgehan de tên girtin hene. Li kû derê dinyayê hatiye bes ji ber dîn, bawerî, nimêj û dayîna dersa Qur'anê 20-25 salan di girtîgehan de tên girtin?"

Yurdan di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî 15ê Tîrmehê heqên mehkûmên di girtîgehan de ji destên wan hatine standin û dû re wiha qala nameya ku mehkûmekî şandibû kir: "Hevalê em dibêje: ' Em şeva 15ê TÎrmehê heta şeveqê li dijî van alçaqên emperyalîst, Amerîka û siyonîstan dia kir da ku negihijîn mirada xwe. Naskiriyên me nêzî mehekî sînga xwe kirin mertal li meydanan û qet ji meydanan venekişiyan û her tim digel biçûk û mezinan digel Serokkomar bûn.' Lê belê piştî 15ê Tîrmehê heqê van birayên me ji destên wan hatin standin. Hejmara kitêban daketin 3yan,  hinek fealiyetên civakî hatin sekinandin û rakirin. Ev tişt ji teref wan birayên me yên ku di zindanan de ne bi xwe ve hatin gotin. Em hemû tiştî bi FETO ve têkildar dikin. Serokkomar, serokwezîr û rayedarên vê hikûmetê heye. Em teleb dikin ku demildest ji vê yekê re çareyek bê dîtin."(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir