Di erdheja Meksîkayê de hejmara miriyan derket 248 kesan
Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdheja Meksîkayê de mirin derket 248 kesan.
Ji teref Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê ve hat ragihandin li herema ku 5 kîlometre ji bajêra Rabossoya eyaleta Pueblaya Merksîkayê erdhejeke di mezinahiya 7.1an de erdhejek pêk hat. Erdhaj 51 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Li gor daxuyaniya berpirsiyaruya Parastina Sîwîl a Meksîkayê li tevahiya welêt hejmara miriyan derketiye 248 kesan.
Hat diyarkirin ji ber erdjejê 44 avahî hilweşiyan û 52 kes di bin avahiya mektebekê de mane ku 22 ji wan zarok in û jiyana xwe ji dest dane û 30 zarok jî windabûyî ne.
Her weke ku dê bê bîran di erdheja ku di 8ê Îlonê pêk hatibû de 96 kes jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)