• DOLAR 32.584
  • EURO 34.918
  • ALTIN 2429.668
  • ...
Hindikbûna rekolteyê bû sedema zêdebûna bihayê fistiqan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entabê fistiqa ku  her sal kîloya wê 10 lîre bû îsal ji ber kêmbûna rekolteyê îsal di navbera 20-25 lîreyan de tê firotin.

Serokê Lijneya Birêveberiya Komeleya Pîşêsaziyên Fistiqan ê Entabê Neşet Uçar derheqê mijarê de diyar kir ji ber ku îsal baran kêm bariyaye û ji ber ku havîn jî pir germ bû û fistiqan şewitand rekolte kêm bû  û ev yek jî bihaya fistiqan zêde kir.

"Mahsûla sala 2017an encax gihaşt ji sedî 25-30î"

Uçar di berdewama axavtina xwe de diyar kir her sal rekolte nêzî 130 tonî bû, lê îsal tê texmînkirin ew ê rekolte 50 ton be. Uçar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di van salên dawî de nexasim ji ber ku xerîdar û xerca fistiqan zêde bû, baran kêm bariye û hewa pir zêde germ bû mahsûla sala 2017an encax gihaşt ji sedî 25-30î. Ev yek jî di warê rekolteyê de teqabûlî di navbera 30-50 tonî dike."

"Bihaya fistiqan îsal ji sedî 80 zêde bûye"

Uçar diyar kir bihaya fistiqan li gor sala borî ji sedî 80 zêde bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Sedema herî girîng a mişkîleyên me dewirnekirina mehsûla sala borî bo îsal e. Ger em bihayan bidin ber hev, bihaya fistiqan îsal ji sedî 80 zêde bûye. Lê tiştekî ku hilberîneran kêfxweş dike heye ew jî bihabûna heqê fistiqan e ku ev yek bû wesîleya qezenckirina wan."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir