Li Mêrdînê operasyona DEAŞê: 4 binçavî
Di operasyonên ku li Şemrex û Artukluya Mêrdînê li dijî DEAŞê hatin lidarxistin de 4 kes hatin binçavkirin.
Li Mêrdînê li dijî DEAŞê operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de li Şemrex û Artukluya Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Artukluya Mêrdînê di ser du navnîşanan de hat girtin de kesê bi navê Huseyîn A.S. û kesekî Sûriyeyî yê ku li Sûriyê birîndar bûbû hatibû Mêrdînê jî hat binçavkirin.
Di operasyona ku li Şemrexê hat lidarxistin de jî kesên bi navê Evdirrehîm E.H. û Ubeyde H. Hatin binçavkirin.(ÎLKHA)