• DOLAR 32.51
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2434.749
  • ...
Kelecana mektebê ya xwendekarên astengdar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh bi lêxistina zîla ewil heyama perwerdehî û hîndekariyê ya sala 2017-2018an de dest pê kir. Li Entabê jî Dibistana Navîn û Destpêkê ya Astengdaran a GAPê jî bi 110 xwendavan û 10 mamosteyên xwe ji vê kelecana mektebê re bûn şirîk.

Xwendekarên mektebê yên astengdar diyar kirin ji ber ku mekteb vebûne ew pir kêfxweş û bi kelecan in.

Ji ber minasebeta vebûna mekteban li salona konferansê ya mektebê  merasîmek hat tertîpkirin. Midûrê Mektebê  Memet Yildiz di merasîmê de axavtinek kir. Yildiz di axavtina xwe de diyar kir li mekteba wan jî wek wan mektebên din ders bi kelecaneke mezin dest pê kiriye.

Yildiz di piştî merasîmê derheqê heyama nû ya perwerdehiyê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Yildiz di nirxandina ku kir de diyar kir li mekteban tev de 110 xwendenkar û 10 jê astengdar tev de 32 mamosteyên astengdar hene. Yildiz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em li mektebê weke ku ji navê wê jî diyar e perwerdehiyeke taybet didin. Ji ber vê yekê jî karê me ne hêsan e. Lê belê ji ber ku em netîceyên baş bi dest dixin ev yek bo me kêfxweşî û şanazî ye."

Xwendekarên astengdar ên ku serê şeveqê bi kelecaneke mezin rêya mektebê girtin jî derheqê mijarê de diyar kirin ew ji ber minasebeta vekirina mekteban gelekî kêfxweş in.(ÎLKHA)

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir