• DOLAR 32.595
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2505.43
  • ...
 "Divê em bo îhya kahniya wehdet û tewhîdê pir bixebitin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karên Diyanetê  Prof. Dr. Alî Erbaş bi merasîmeke ku hat tertîpkirin wezîfê ji Serokwekîlê Karên Diyanetê Dr. Ekrem Keleş wergirt. Erbaşê ku wezîfê wergirt di bernameya ku hat tertîpkirin de axavtinek kir û li ser girîngiya wehdet û tewhîda ummetê sekinî.

 "Pêwîst e em pir zêde bixebitin"

Erbaş di berdewama axavtina xwe de qala finas û kiryarên nebaş ê FETO kir û dû re wiha axavtina xwe domand: "Teşkîlata me  divê pir zêde bixebite da ku fikrên nebaş ên di zihnan de ji holê bê rakirin, da ku digelhevî û yekîtî bê sazkirin, da ku kahniya wehdet û tewhîdê ya ummeta ku di nav agirê fitnê de ye bê îhyakirin, da ku banga ebedî ya Xweda û Resûlê wî ji însanan re bê gihaştandin. Ji ber van sedeman û sedemên din divê em ji her carî zêdetir bixebitin û xizmetê xwe berfirehtir bikin."(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir