• DOLAR 32.331
  • EURO 35.052
  • ALTIN 2282.233
  • ...
Îran û Pakîstan bo Rohîngyayiyan banga alîkariyê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Sererkaniyê yê Îranê Muhammed Bakirî û yê Pakîstanê Qamar Cawîd Bajwa doh bi rêya telefonê hevdîtin kirin. Di hevdîtina  ku hat kirin de derheqê hevkariya leşkerî, ewlehiya sînor û rewşa rewşa Mislimanên Arakanî de nirxandin hatin kirin.

Hat ragihandin di hevdîtina ku hatiye kirin de Serokê Serkerkaniyên her du welatan diyar kirine ku ew tedbîrên ku bo  Mislimanên Arakanî yên ku li rasta zilma hikûmeta Myanmar û çeteyên Bûdîst tên  ne bes in.  Bi heman awayî hat diyarkirin  di hevdîtinê de bo Mislimanên Arakanî yên ku li rasta zilma hikûmeta Myanmar û çeteyên Bûdîst tên bang li alema Îslamê kirin û daxwaz ji temamê çavkaniyên rêxistinên siwîl û eskerî hat telebkirin da ku bo Mislimanên Arakanî gavinan bên avêtin.

Her wisa hat hînbûn  Serokê Heyva Sor ê Îranê Murtaza Salîmî diyar kir ew 40 ton alîkariya însanî roja şemiyê  şandine sînora Bangledeşê.

Salîmî her wisa diyar kir ew wek Îranê amade ne ku 160 ton alîkariyê din jî bişînin kampên ku Arakanî xwe lê spartine.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir