Karên Derve: Em wê daxuyaniya Hamasê bi memnûniyet pêşîwaz dikin
Ji teref Wezareta Karên Derve ve derheqê ji teref Hamasê ve fesihkirina komîteya îdarê de daxuyaniyehat dayîn.
Doh, Hamas bi daxuyaniya ku belav kir ew wê komîteya îdarî ya ku berî niha li Xazzê damezrandibû "bo meqseda dawîanîna dabeşbûna siyasî" fesih kir û diyar kiriey û bila Hikûmeta Lihevkirinê ya Fîlîstînê erkê dewr bistîne û hilbijartinên giştî bên kirin û Hamas bi Hareketa Fetîhê re bo gotûbêjê amade ye.
Ji ber vê fesihkirina komîteya îdarî ya ku ji teref Hamasê ve hat îlankirin ji teref Wezareta Karên Derve ve derheqê mijarê de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin: " Em wê daxuyaniya Hamasê bi memnûniyet pêşîwaz dikin."(ÎLKHA)