• DOLAR 32.332
  • EURO 35.046
  • ALTIN 2285.146
  • ...
El Fetîh: Em qerara Hamasê bi memnûniyet pêşwazî dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh,  Hamas bi daxuyaniya ku belav kir ew wê  komîteya îdarî ya ku berî niha li Xazzê damezrandibû "bo meqseda dawîanîna dabeşbûna siyasî" fesih kir û  diyar kiriey û  bila Hikûmeta Lihevkirinê ya Fîlîstînê erkê dewr bistîne û hilbijartinên giştî bên kirin û Hamas bi Hareketa Fetîhê re bo gotûbêjê amade ye.

Ji ber vê helwest û daxuyaniya Hamasê ji teref Yûsuf Mahmudê Berdevkê birêveberiya Fîlîstînê destnîşan kir ew amade temamê berpirsiyariyan bigrin li ser milên xwe û derbasî Xazzê bibin.

Mahmud di daxuyaniya nivîskî ya ku belav kir de diyar kir divê hikûmer wezaretan û têketinên deriyan teslîm bistîne û memûrên berê cardin vegerin li ser wezîfeya xwe.

Mahmud her wisa diyar kir ew ji wê peymana 2011an a Qahîreyê ya ku hatibû îmzekirin re sadiq in.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir