• DOLAR 32.602
  • EURO 34.777
  • ALTIN 2496.495
  • ...
 "Armanca Talîbanli dijî îşxalkeran şerkirin e ne li hember welatên Îslamê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Talîban diyar kir ew  li hember welatên Îslamê polîtîqayeke rasterast ango net dimeşînin  û ew naxwazin li hember tu welatên Îslamê birawestin, ew tu car naxwazin li hember welatên Îslamê şer bikin.  Armanca wan ew e ku ew ji bo Mislimanan hawîrdoreke wisa  amade bikin da ku li ser wê hawîrdorê tesîra Amerîka û ew welatên din ên îşxalker qet nemîne.

Pirsên ku muhabîrê Mehrê kirine û bersivên ku Berdevkê Talîban Mûcahîd dane:

Ev bi salan e ku xelkê Afxanistanê de marûzî şerê navxweyî dibe û welat di rewşeke bêewlehî de ye. Gelo êdî ma wext li dawî anîna xwîna ku diherike nehatiye?

Xelkê Efxanistanê mecbûr e ku şer bike. Lê belê di ya rastiyê de ev yek ne tercîha xelkê me ye, ev şer ji teref ecnebiyan ve hatiye sepandin. Ew mişkîleyên ku ji ber şer derketine herî zêde tesîra xwe li ser me xelkê Afxanistanê dihêle. Ev şer ne di çarçoveya daxwaz û tercîhên me de ye; bereks erk û wezîfeyeke dînî ye.

Êrîş li kîjna welatî bê kirin elbet ew ê ew welat bersiva êrîşê bide. Îspata vê yekê dîrok e, di temamê dîrokê de dema ku xelkê dinyayê êrîş li welatên wan hatine kirin di oxira azadiyê de micadele dane.

Stratejiya şer a Talîban çi ye? Çima di jiyangehan bi xwe de jî çalakiyên xwekujiyê dikin?

Talîban, di qada eskerî de zêdetir çend armancên stratejîk ji xwe re kiriye armanc.

A yekem, bo me hedefa ewil û ya muhîm ecnebî ne. Bi mabesta hedefgirtina hêzên derve û lêdana wan di hedefa me ya pêşî de ye.A duyem; ew hedefên ku me ji xwe re diyar kirine exlebe qadên eskerî û qerargehên dijiminan in. A sêyemîn; carinan  em mecbûr dimînin ku di nav bajêran de êrîşî xalên stratejîk û mewziyên ku aîdî hêzên derve ne bikin. Di wan operasyonên ku em dikin de em hewil didin ku sîwîl neyên hedef girtin. Ji ber wê yekê çalakvanê xwekuj ber bi hedefeke diyar ve diçe û ji bo ku siwîl nemirin û birîndar nebin dîqqet dike.

Erebistana Siûd diyar kir ji gava ku Talîban li Afxanistanê hatiye damezrandin heta niha bi we re alîkarî kirine. Lê belê ev welata ku qala wê tê kirin di heman demê de muttefîkê herî girîng a Amerîkayê ye. Ji rexê din ve jî Talîban jî dibêje ku ew bi Amerîkayê re şer dike û hetta dibêje ku hikûmeta Afxanistanê bi Amerîkayê re hevkariyên nêz dike û bi vê yekê wan sûcdar dike. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Talîban li hember welatên Îslamê polîtîqayeke rasterast ango net dimeşîne. Em naxwazin li hember tu welatên Îslamê birawestin. Armanca me ne ew e  ku em bi Erebistana Siûd an jî bi welatekî din ê Îslamê re şer bikin. Lewra em Mislimanan wek birayê xwe dibînin. Talîban daxwaz dike ku dinyaya Îslamê ber bi yekîtî û digelheviyê re bê sewqkirin ne ber bi nelihevkirin û pevçûnan ve. Hinek mesele hene ku ew dibin meseleyên nav xwe yên dewletan. Em tu car naxwazin li hember welatên Îslamê şer bikin.  Armanca me ew e ku em ji bo Mislimanan hawîrdoreke wisa  amade bikin da ku li ser wê hawîrdorê tesîra Amerîka û ew welatên din ên îşxalker qet nemîne.

Xerb Talîbanê wek rêxistineke terorê dibîne. Ji rexê din ve di navbera Amerîka û Erebistana Siûd de hevkariya micadeleya li dijî terorê heye. Digel ve rastiyê gelo ew ê di polîtîqaya we ya li dijî Erebistana Siûdê de guhertinek çênebe?

Beriya her tiştî ez dixwazin diyar bikim ku Talîban ne rêxistineke terorê ye. Terorîst ji wî kesê ku dibe sedema tirs û şiddetê re tê gotin. Wek mîsal; ew Îsraîlê ku Amerîka piştevantiya wê dike dewleteke terorê ye û di ya rastiyê de ew welatên ku muttefîkên NATOyê ne destekê didin terorîzmê.

 Stratejiyên taybet yên hinek welatên hene ku pêwendiyên wan bi welatên Xerbê û yên din re heye. Lê bi ya me di vê xisûsê de tu xetere tuneye. Em di nava ummeta Îslamê de terefdarê yekîtî û biratiyê ne. Ji ber wê yekê em xwe ji wan meseleyên ku dibin sedemên îxtîlafê muhafeze dikin. Qet niyet û hisabên me yên şer bi welatên Îslamê re tuneye.

Amerîka îddîa dike ku hevkariyên nêz di navbera Rûsya û Talîban de hene. Gelo mimkûn e ev her li Afxanistanê di şer de li dijî Amerîka bibin yek?

Ez dikarim vê pirsa we wisa bibersivînin: Em kîjan rêya çareseriyê ya ku ew ê welat azad bike be pêşwazî dikin. Em dixwazin binê wê xêz bikin ku em ê ji temamê derfetên ku dê bo azadiya Afxanistanê feydedar bin  sûdê werbigrin.

Gelo di warê dawî anîna pevçûnên li Afxanistanê de tu plana Talîban heye? Hûn ê heta kengî şer bikin?

 Divê vê pirsa ew ê şer li Afxanistanê heta kengî berdewam bike ji Amerîkayiyan bê pirsîn. Lewra hêza ku êrîşî welatê me kiriye  Amerîka ye. Êrîş li kîjan welatî bê kirin ew ê ew welat xwe mihafeze bike. Yanî em ê li dijî îşxalkeran li xwe bidin û şer bikin. Ger welat ji bin tahakkuma hêzên derve derkeve ev di warê aştiyê bi dewletê re bo muzakerê amade ne. Talîban daxwaz dike ku îşxalker û hêzên derve ji Afxanistanê derkevin. Lewra xakên Afxanistanê aîdî xelkê me ye û di vî warî de enxac xelk dikare qeraê bide.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir