• DOLAR 32.536
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2478.061
  • ...
Weqfa Yetîman bo Mislimanên Arakanîkampanya alîkariyê da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Yetîman a ku xebatên xwe li Diyarbekirê birêve dibe û bi alîkariyên ku dike navê xwe dide heskirin, bo Mislimanên Arakanî yên ku ji teref artêşa Myanmar û çeteyên Bûdîst ve tên qetil û qirkirin re kampanya alîkariyê da destpêkirin.

Alîkariyên ku dê di çarçoveya kampanyayê de li tevahiya Tirkiyê bên berhevkirin  ew ê ji wan Mislimanên Arakanî yên ku li xwe spartina kampên li Bangledeşê re bên gihaştandin.

Fîkrî Karavîlê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman derheqê mijarê de diyar kir  ew bo ku parîkek be jî ji birînên Arakaniyan re bibin derman vê kampanyaya alîkariyê dane destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Înşallah em ê li bajarên cûrbecûr di çarçoveya kampanyayê de kermesan tertîp bikin û em ê standan vekin. Em ê bi saziyên  siwîl re jî têkevin pêwendiyê û em ê înşallah di demeke nêz de li tevahiya welêt alîkariya pêwîst berhev bikin. Dema ku em alîkariya pêwîst berhev bikin em ê hewil bidin van alîkariyan bigihijinîn  Niha saziyên siwîl bi daxuyaniyeke ku belav kirin diyar kirin ew ê ji kampanya alîkariyê re bibin destek. Înşallah em ê digel wan xebateke baş bikin û em hewil bidin wan alîkariyan bigihîjînin  Mislimanên Arakanî

"Bernameya me ew ê ku em bigihijin kampên penaberan û ji wan mexdûrên li wê derê alîkarî kirine"

Karavîl di berdewama axavtina xwe de bang li her kesî kir û wiha got: "Birayên me yên Arakanî yên Misliman di rewşeke nebaş de ne û pêdiviya wan bi alîkariya acîl heye. Li pêşiya me zivistan heye. Divê alîkar tenê bes di demekê de neyên kirin. Di vê çarçovedê em bang li temamê birayên xwe dikin da ku ji kampanyaya me re bibin destek  da ku em jî karibin demildest van alîkariyan bigihijînin Arakaniyan."(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir